Dengê jinên Ermen; Mayda

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 13 Tebax 2025 - 00:12

Romana Mayda ya berhema femînîst a bi dîroka 1883’an ya yekemîn romannivîsa jin a Ermenî ya Osmanî Sirpuhî Dusap, ji aliyê Weşanxaneya Aras ve wekî pirtûka ewil a "Rêzenivîsên Jinên Ermenî yên Stenbolê" ji nû ve hate weşandin.

Sirpuhî Dusap a mîna yekem romannivîsa jin a Ermenî ya Împaratoriya Osmanî tê zanîn, di vê berhema ku sala 1883’an nivisî de têkoşîna jinan ji bo azadî û ferdbûyînê bi zimanekî wêrek vedibêje.

Di naveroka romanê de, çîroka jineke ku piştî windakirina hevjinê xwe bi zexta civakê re rû bi rû bi dimîne, cih digre. Di berhemê de, ji bo jinan banga avakirina jiyana xwe û jiyanekî serbixwe tê kirin.

Mayda, di heyama ku hate weşandin de, rastî rexneyên tund ên entelektuelên mêr ên Ermenî hatibû. Navên mîna Krîkor Zohrap, Arpîar Arpîaryan û Hagop Baronyan, fikrên Dusap ên parastina azadiya jin û şêwaza nivîsandina wê hedef girtin. Baronyan, ji bo henaka xwe bi romanê bike, lîstikek hîcw a binavê "Aydam" nivîsand.

Rûxme hemû rexneyan jî Dusap, hewil da dengê jinan bi rêya wêjeyê ragihîne. Piştî Mayda, di sala 1884’an de romana Sîranuş û di sala 1887’an de jî romana bi navê Araksiya gam Varjuhîn weşand û berhemên ku avahiya baviksalar a di civaka Ermenî de lêpirsîn dike, da.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.