Ji destê jinan 30 peyker

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 24 Mijdar 2025 - 01:20

Li kargeha çandî ya Ceger a Silêmaniyê, ji aliyê 5 endamên rêxistina Galeriya Vala ve, bi amadebûna gelek şêwekar û wênekêşan, bi zêdetirî 30 wêne û peykerên şêwekarî pêşangehek hat vekirin û wê heta 22’ê Kanûnê bidome. Armanca vê pêşangehê nasandina hunera wênekêşan û şêwekariya jinan û ciwanên bajar e.

‘Armanc nasandina hunerê ye’

Şêwekar û endama rêxistina Galeriya Vala Nûwa Mehmûd wiha got: “Ev nêzî du mehan e, 5 şêwekar li kargeha çandî ya Ceger, ji bo vekirina vê pêşangehê dixebitin. Her wiha di nava şêwekaran de çend jin bi karên seramîk û wênekêşan jî beşdar bûne. Armanca vekirina vê pêşangehê nasandina hunerê û teşwîqkirina jinan e. Navê galeriya me Vala ye. Naveke Kurdî ye, armanca me ew bû ku navekî Kurdî lê bikin. Tê wateya nûbûnê. Ev galerî wê 30 rojan bidome. Da ciwan bi taybetî jin berê xwe bidin hunera şêwekariyê.”

NÛJINHA/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.