Li derdora Şengalê çi diqewime?
Sêşem 17 Sibat 2026 - 04:00

- Piştî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan yekser axivî û got ku ‘mesela Sûriyeyê zelal bû, dora Iraqê ye’. Wî bi taybetî behsa Şengalê kir û civaka Êzidî kire hedef.
Fîdan di daxuyaniyên xwe de pir ji xwe bawer diaxivî, mîna ku berdevkê artêşa Iraqê û Heşdî Şeebî be. Ya balkêş ev e; tevî ku dewleta Tirk bi salane axa Iraqê topbaran dike, heta niha ji aliyê Iraqê ve bertekên wiha tund nehatibûn nîşandan. Gelo Hakan Fidan bi van axaftinan planên veşartî yên Iraqê eşkere kirin, lewma Iraqê hewqas bertek nîşan da? Ji ber ku piştî van daxuyaniyan, li Şengalê û derdora wê heta Baac û Deşta Nînovayê liv û tevgerên nû çêbûn. Bi taybetî di nava Sunniyên herêmê de tevgerek neasayî derket holê. Li gorî agahiyan, li gundên sînor ên di navbera Iraq û Sûriyeyê de ji bo serokeşîrên Ereban civîn hatine çêkirin û rewşa heyî hatiye nirxandin.
Her wiha di nava rayedarên dewletê û hin kesayetiyan de jî li ser rewşa Şengalê nîqaşên berfireh tên meşandin. Bi taybet kesên ku li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê ne, di vê demê de bi daxuyaniyên xwe û têkiliyên xwe dixwazin bibin beşek ji planên li ser Şengalê.
Ereban li dijî civaka Êzidî sor dikin
Yek ji berpirsên Sunnî ku di heman demê de parlamenterê Iraqê ye, Ebdilrehîm El-Şemerî ye. Ev kes di nava eşîra xwe ya Şemer de û di nava dewletê de xwedî bandor e. Vî kesî girtiye ser milê xwe ku civaka Ereb a Şengalê ji Rêveberiya Xweser qut bike. Her wiha kesekî din bi navê Ebû Ebas El-Beşkanî ku bi xwe ji Şieyên Şengalê ye, li gor agahiyan wî jî hevkariya xwe ya bi Iraqê re derbiriye ji bo tinekirina îradeya civaka Êzidî.
Di nava van geşedanan de, Iraqê berpirsê artêşê yê li Şengalê jî guhert, di rojên pêş de wê wateya vê guherînê zêdetir ronî bibe. Li aliyê din, hewldan hene ku ji Sunniyên li derdora Şengalê (ku beşek ji wan destê wan di xwîna Êzidiyan de hebû) du lîwayên leşkerî yên ser bi Heşda Sunî ve ava bikin. Li hemberî vê yekê, Rêveberiya Xweser a Şengalê di 15’ê Sibatê de, di roja komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo de, daxuyaniyek da û bang li Iraqê kir ku dest ji planên xwe yên li ser Şengalê berde. Her wiha diyar kir ku ew weke Rêveberiya Xweser amade ne ku hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.
Gelo wê Iraq helwesta xwe bidomîne?
Dewleta Iraqê piştî daxuyaniya Hakan Fîdan gotibû ‘Şengal mijareke navxweyî ya Iraqê ye.’ Niha mijara herî girîng ewe ku gelo wê Iraq xwedî li vê helwestê derkeve û dîyalogek demokratîk bi Şengalê re bide destpêkirin, an jî bibe beşek ji planên tasfîyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê.
Lê tiştê zelal ewe ku, civaka Êzidî ji bo hebûna xwe biparêze û pêşbixe, çi dibe bila bibe pêwîste xwedî li hêza xwe ya parastinê, sîstema xwe ya rêveberiya cewherî derkeve. Divê were zanîn ku her êriş an jî hewldanek li dijî YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê, tê wateya temamkirina siyaseta fermanê ya li ser Şengalê. Civaka Êzidî wê bi yekîtî û tifaqa xwe bersiva van planan bide. Lê divê bi taybet gelê Kurd û raya giştî jî çav û guh li ser Şengalê be.
ROJNEWS/ÎBRAHÎM ÊZIDÎ















