Hakan Fîdan bi eşkere gefan dixwe
Pêncşem 12 Sibat 2026 - 03:52

Di derbarê gefên dawî yên Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker, yên derbarê destwerdana li Iraq û Herêma Kurdistanê de, siyasetmedar û nivîskar Arêz Ebdullah li ser rupela xwe ya medya dijîtal peyamek belav kir û wiha got:’’Eşkere ye ku sîstema siyasî ya navneteweyî ji aliyê qanûna daristanê ve tê rêvebirin. Li gorî wê qanûnê, pêşî emê werin xwarin, ji ber ku Kurd di nav hovîtiya derdorê de herî lewaz in. Bê guman gefên Hakan Fîdan eşkere ne. Birêz Mesûd Barzanî, Birêz Bafil Talabanî, hûn bi rastî Tom Barack dibînin? Ger hûn wî wekî min nabînin, ne pirsgirêke, lê we bi xwe guh da gotinên Hakan Fîdan. Nehêlin karesat me bike yek, bila em bi yekbûnê gelê xwe ji karesatan biparêzin.” Hêjayî gotinê ye Hakan Fîdan di bernameyek televziyonê de gotibû:“Divê Hikumeta Iraqê ji ezmûna Hikumeta Suriyeyê sûd bigire û hegemoniya xwe li ser hemû xaka xwe de bisepîne û serweriya Iraqê biparêze. Piştî Suriyeyê, dora Iraqê ye û emê biçin wir jî.”
Piştgirî dan banga Cemîl Bayik
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, di rojên borî de gotibû:“Helwesta yekîtiya neteweyî ya demokratîk a ku gelê me daniye holê, li bendê ye ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk ji gotinê derkeve û derbasî pratîkê bibe. Di serî de xweparastina hevpar, dîplomasiya hevpar derfeta afirandina platformek neteweyî ji bo dîtina çareseriya pirsgirêkên gelê Kurd ji her demê bêtir heye. Di daxuyaniya hevserokatiya me ya dawî de, me destnîşan kir ku em ji bo pêşxistina xebateke wiha amade ne û di vî alî de di nava hewldan û xebatan de bin. Jixwe me her tim ev pêşniyar ji partiyên siyasî yên din ên Kurd re jî ragihandiye; me destnîşan kir ku divê em komîteyên hevpar ava bikin û bi hev re dest bi xebatê bikin. Em hêvî dikin ku piştî çalakiyên hevgirtinê yên bi Rojava re em dikarin van pratîkan pêk bînin.” Berpirsên Hizba Komunîsta Kurdistanê û Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê piştgirî dan vê banga Cemîl Bayik. Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê Osman Zindanî da diyarkirin ku helwesta ku gelê Kurd ji bo parastina Rojava nîşanda, helwestek dîrokî bû û got: “Tişta ku dikeve li ser milê partiyên siyasî jî ewe ku yekgirtina xwe çêkin, li gor şert û mercan xebatan bimeşînin. Em wek partiya Komunîst di wê baweriyê de ne ku li ser asta her çar beşên Kurdistanê yekitiya partiyan çêbe. Li ser asta Kurdistana mezin jî karên hevbeş pêkwerin. Wek Partiya Komunîst em hertim xwediyê projên karê hevbeşin û li ser asta Kurdistanê jî em ji karên hevbeş re amadene. Bi taybetî jî mijarên netewî de, her kesek pêşengtî bike em amadene.”
Berdevkê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Dr. Ferhad Tofîq jî got:“Yekitiya ku ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê çêbû, nîşana wê çendê ye ku dîroka Kurdan bi van helwestan dagirtiye. Pêwîste kar li ser vê helwestê were kirin. Wek Partiya Sosyal Demokrat berî niha jî me hewl daye li gel tevayî aliyên siyasî karên hevbeş bikin. Divê despêkê em nakokiyên xwe yên navxweyî çareser bikin. Xetên xwe yên sor ên netewî biparêzîn. Em ji pêşengtiyê re amade ne. Em keyfxweşin jî her aliyek din pêşengtiyê ji vê yekê re bike. Her fikrek di vê çarçoveyê de hebe, pêwîste partiyên desthilatdar jî heman helwest hebin û tevlî bibin. Pêwîste rêziknameyek navxweyî çêbe û bê cûdahî tevayî aliyên siyasî têde beşdar bin.”
ROJNEWS













