
Muzîk ku derkirina hestan e, her dem bûye neynika ruhê mirovan. Roleke girîng a jinan di vê hunerê de heye. Her çendî berê ji ber astengiyên civakî û çandî gelek caran jin ji qada muzîkê dihatin dûrxistin jî, lê belê dîrok nîşan dide ku jin ne tenê weke dengbêj, wek mamosteyên awaz û jenerîkê rola sereke lîstine. Ji muzîka klasîk heta muzîka nûjen û çandî, jin dikaribûne bi hestên xwe yên nazik û bedew şêweyeke nû bidin hunera muzîkê. Îro jin di hemû qadên muzîkê de pêşengiya orkestra heta di bikaranîna teknolojiya deng de cih digrin û îsbat kirine ku hunera muzîkê bê amadebûna wan, wê nasnameya xwe ya herî bingehîn ji dest bide. Li peymangeha hunera ciwan a navçeya Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê, tê dîtin ku mamoste û xwendkarên beşa muzîkê bi rihê hunerî dikaribûne di nava hunerê de hebin. Li vê peymangehê beşa muzîkê, şano û şêwekariyê heye. Gelek xwendekar di van aliyan de xwe bi pêş dixin.
Jinên Kurd xwedî roleke girîng in
Binar Îbrahîm a ku 21 sal in di vê peymangehê de xizmetê dike û niha seroka beşa muzîkê ye, têkildarî xebatên xwe axivî û got:“Hunera muzîkê yek ji hunerên ciwan e. Bêguman keda jinan di warê pêşxistina hunera Kurdî de zêde ye. Her wiha rola girîng a jinan di kar û rêvebirina karan li dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê heye. Ez di wê hêviyê de me ku jin kêrhatiyên xwe bi pêş bixin. Di civaka Kurd de jin xwedî roleke girîng in, dikarin xwe bi pêş bixin û karên wan bi serkeftî be. Ez du sal in seroka beşa muzîkê me, karê xwe gelek baş bi rê ve dibim û di nava xwendekar û mamosteyan de hemahengî heye. Berê erkên min ne kêmtir bû lê belê dema bûm seroka beşê, erka min zêdetir bû, divê sibehan zu li vê derê bim û gelek çalakiyên me yên ku xwendekar û mamoste bi hev re dixebitin hene.”
Divê zêdetir berê xwe bidin mûzîkê
Xwendekara qonaxa yekem a beşa muzîkê Tara Amanc wiha got:“Min li peymangeha hunerî ciwanê beşa muzîkê hilbijartiye, ji ber ku em jî weke keçên ciwan dikarin muzîkê bijenin û beşdarî karên hunerî bibin. Ez gelek spasiya mamoste Binar dikim ku gelek alîkariya me dike, bi taybetî mamoste ji bo pêşxistina me gelek piştevaniya me dikin.” Xwendekarek din a beşa muzîkê Hilya Mihemed wiha got:’’Têkildarî rola jinan dikarim bibêjim ku roleke gelek girîng a jinan di civakê de heye. Tê gotin ku nabe jin di beşa muzîkê de bin û hinek vê weke şerm dibînin. Lê li gorî min berovajî divê jin berê xwe bidin muzîkê. Çima tenê mêr di beşa muzîkê hebin divê jin jî beşdarî muzîk û hemû karan bibin.”
NÛJINHA/ŞIYA KOYE













