
SEMA BÎNGOL / MA / ENQERE
Hunermend û aktîvîsta aştiyê Julîde Kuralê diyar kir ku rexmê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, divê hunermend li dijî êrişên li ser Rojava bêdeng nemînin.
Rexmê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd Tirkiyeyê daxuyaniyên piştigiryê ji bo HTŞ’ê da û ev yek di nava civakê de bû sedema bertekan. Yek ji hunermendên ku bertek nîşanî daxuyaniyên Tirkiyeyê da hunermend û aktîvîsta aştiyê Julîde Kural e.
Julîde Kuralê diyar kir ku ji ber ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk civakî nebûye, di nava civakê de bertekên li dijî êrişên Rojava qels mane û ev tişt got: “Ger li Tirkiyeyê ev pêvajo civakî bib, tirsa 100 salî ya li hemberî ‘Kurdbûnê’ bijata şikandin, dê îro bertekên li hemberî rewşa Sûriyeyê di astekî cuda da ba.”
‘Divê em piştgirê tevgerê bin’
Julîde Kuralê anî ziman ku li Rojava Kurd bi qetlîaman re rû bi rû ne lê civak li hemberî vê yekê bêdeng e û wiha pê de çû: “Em hêrs dibin; lewra li hemberî rewşekî dermirovî, tevgera ku li dijî hovitiya DAIŞ’ê têkoşiyaye, li Rojhilata Navîn pêkvejiyanê, azadiya jinê û rêgezên ekolojîst diparêze. Divê ev pişgtgirî ji bo vê tevgerê bê dayîn. Rexmê her tiştî divê di aştiyê de bê israrkirin.”
Li dijî qetlîaman israra aştiyê
Julîde Kuralê destnîşan kir ku ji ber berjewendiyên hêzên emperyalîst ên herêmê gelên herêmê her tim bi qirkirinê re rû bi rû dimînin û li hemberî vê rewşê bêdengî heye lê divê li dijî qetlîaman em di aştiyê de israr bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger Tirkiye bi Kurdan re li hev bikira dê biba welatekî demokratîk. Gelê Kurd xwediyê kevneşopiya berxwedanekî mezin in. Me ev di demekî nêz de dît. Divê em li hemberî vê van qirkirinan bêdeng nemînin.”
‘Tevgera jina Kurd nayê tunekirin’
Julîde Kuralê destnîşan kir ku tevî komekî hunermend dê bertekekî hevpar bidin û got: “Em ji bo aştiyê bang dikin. Em ê bêdeng nemînin. Li dijî qetlîaman em aştiyê diparêzin. Ez bûm şahidê têkoşîna jinên Kurd û bi wan re têkoşiya me. Dê neyê tunekirin. Em ê li her dera cîhanê hemû gelan û gelê Kurd bi tenê nehêlin û li gel wan têbikoşin.” Julîde Kuralê anî ziman ku divê hunermend li dijî van êrişan bêdeng nemînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ger em têkiliyek rastîn bi hunerê re çêkin jixwe ne pêkan e ku em bêndeng bimînin. Kesê li heqîqetê digere û rastiyê dibêje hunermend e. Em bêndeng nemînin û ji bo aştiyê israr bikin.”















