Civîna Ammanê û pirsgirêka sînorên Kurdistanê

Merwan ZERDEŞT nivîsand —

În 30 Kanûn 2022 - 01:07

Li Iraqê piştî avabûna hikumeta Sûdanî, hevdîtin û têkiliyên siyasî û istixbarî zêde bûne. Hikumeta nû, tevî hemû pirsgirêk û aloziyan jî di nav hewldana danîna plansaziya hikumetê de ye û heya niha hin gav jî avêtin. Piştî serdana serokwezîr Sûdanî ya ji bo Îranê, di 20’ê Kanûnê de li Urdunê, li paytext Ammanê bi navê ‘’2. Konferansa Bexdayê’’ konferansek hate lidarxistin. Konferans bi pêşengiya Frensayê, bi beşdariya Misir, Erebîstana Siûdî, Îmarat, Katar, Bahreyn, Umman, Tirkiye û Îranê birêveçû. Di encamnameya konferansê de xurtkirina îstîkrar, serwerî û demokrasiya Iraqê weke xalên hatin destnîşankirin. Lê di pişperdeya vê civînê de çi hatine axaftin, çi biryar hatine girtin raya giştî jê ne agahdar e.

Di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de Urdun ji destpêka sedsala 20’emîn ve xwedî cihekî ye. Ya rast, Brîtanya û Frensa di dîzaynkirina herêmê de Urdunê weke navendeke siyasî, istixbarî û lojîstîk bikartînin. Ne tenê di sedsala borî de, di vê sedsalê de jî destekariyên li herêmê pirî caran ji vî welatî hatiye rêvebirin. Bê bîra me, di Hezîrana 2014’an de jî li Ammanê civîneke veşartî hatibû lidarxistin, beşek ji dewletên ku tevlî civîna dawî ya li Ammanê bûne jî beşdarî vê civînê bibûn. Encamên vê civînê tê zanîn; DAÎŞ’ê ji Mûsilê destpêkir, heya Şengal û Reqayê meşiya û bela serê mirovahiyê. 

Di demên dawî de car din behsa xeteriya DAÎŞ’ê tê kirin, ji Kerkûkê heya Reqayê DAÎŞ çend êrîşên bixwîn pêkanîn. Raporên istixbarî destnîşan dikin ku wê liv û tevgera DAÎŞ’ê li Iraq û Sûriyê zêde bibe. Artêşa Iraqê piştî êrîşên DAÎŞ’ê diçe cihê bûyerê û dest bi operasyonan dike. Lê niha rojeva esasî ya hikumeta Sûdanî û artêşa Iraqê, bicihkirina leşkerên Iraqê li sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê, her wiha li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye. Artêşê beriya niha jî ragihandibû ku ewê ji navendên bajarên Iraqê vekişin. 

Tiştê ku hikumeta nû ya Iraqê dide diyarkirin, pêşxistina serweriya Iraqê li xetên sînor e. Ev xetên sînor, sînorên Kurdistanê ne. Ango, li ser sînorên Kurdistanê plansaziyeke nû heye. Artêşa dewleta Tirk bi dehan km. di nav Başûrê Kurdistanê de ye lê Iraq behsa parastina xeta sînor dike. Îran kengî bixwaze li ser sînor an jî di hundir de êrîşan dike lê Iraq behsa serweriya sînoran dike. Ya din, heya niha ne dewleta Tirk ne jî Îran li dijî plansaziya artêşa Iraqê bertek nîşan nedane. Îran her roj bang li Iraqê dike ku artêş li xeta sînor bicih be. Nexwe ev plansaziyeke hevpar a Iraq, Îran û Tirkiyê ye.

Eger wê artêşa Iraqê sînorên welatê xwe ji ber Tirkiyê û Îranê neparêze wê li dijî çi biparêze? Ev pirseke girîng e. Pirsgirêka sînor a Iraqê, di rastiyê de pirsgirêka parçebûna Kurdistanê ye. Gelo ev her sê dewlet li ser parastina pergala netew-dewlet û li dijî tevgera azadiya Kurdistanê, li ser qadên gerîla di nav lêgerîna pîlaneke nû de ne? Balkêş e, ev nîqaş ji serê heyva Kanûnê ve destpêkir. Hefteya borî HPG’ê ragihandibû ku artêşa Tirk, ji ser Kanûnê ve ji hin qadên gerîla vekişiyane û ev vekişîn berdewam dike. Tevgera artêşa Tirk û rojeva artêşa Iraqê hev digire û lazim e bi ziravî were şopandin. Herî dawî, wezîrê berevaniyê yê dewleta Tirk li Moskowê bi hempayê xwe yê Sûrî re hevdîtinek kir. Tiştê xuya, di navbera her çar dewletên ku Kurdistanê parçe kirine, trafîkeke bênavber a siyasî, istixbarî û leşkerî heye.

Eger em werin ser mijara xwe, gelo civîna dawî ya li Ammanê bi çi plansaziyê bi encam bû? Balkêş e, piştî vê civîna ku Serokomarê Frensî Macron serkêşiya wê dikir, di 23’ê Kanûnê de li Parîsê komkujiyeke nû bi destê MÎT’ê pêk hat. Gelo ev rûdana nakokiyên Tirkiye û Frenseyê ye an jî operasyoneke hevbeş a istixbarata her dû dewletan e? Lê tiştê xuya di 100. Salvegera Peymana Lozanê de li Kurdistan û Rojhilata Navîn wê geşedanên nû yên siyasî û leşkerî pêşkevin. 

Beguman rewşa Iraqê yekser bandor li ser Şengalê jî dike. Li Şengalê Rêveberiya Xweser jî hewl dide bi hikumeta nû re li ser çareseriya pirsgirêkan û xurtkirina têkiliyan hevdîtinan bike lê qasî ku em dizanin heya niha bersiva hevdîtinê ji Şengalê re nehatiye dayîn. Weke gotina dawî, di nav vê toz û dûxanê de Mîr Hazim Tehsîn Beg ku PDK’ê ew kiriye Mîr, li ser navê Êzîdiyan li Tirkiyê ye û bi neviyên Osmaniyan re, bi celadên civaka Êzidî re li ber sûretên Mistefa Kemal bejn û bala xwe nîşan dide!  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.