Bi dil û can ligel berxwedana Rojhilat bin

Seevan SAEED nivîsand —

Sêşem 10 Çile 2023 - 01:57

Ev zêdetirî sê mehan e ku li Rojhilatê welat, gelê Kurd rabûye ser pêyan. Biryar daye ku ti tişta dewleta sitemkar a komara Islamî qebûl neke. Di vê meseleyê de du tişt pir giring in. Ya yekê ew e ku rexmî zilm û zextên mezin ên dewletê, himmet û moralê gel her roj xurttir dibe. Heger li bajarekî dewlet gel serkut dike, hewl dide tevgera gel bitepisîne, li bajarekî din gel dîsa radibe ser xwe. Ev yek pirr giring e ji bo berdewamiya şoreşê. Ya diduyê jî ew e ku neyarên dewleta Îranê li derveyî Îranê her roj zêdetir dibin. Hem di warê xelkê de û hem jî di warê dewletên dinyayê de. 

Ev her du tişt ji wan encamên cuda yên vê serhildana gel in, ên ku dikarin mirovan dilxweş bikin. Qet nebe, heger şoreş vê carê nebe sedema ketin û helwişandina sîstemê, ew ê dîsa jî miheqeq sîstema heyî wê nikaribe wekî berê bimînê. 

Lê ji wan du tişt girîngtir ew e ku ne tenê xelk li Rojhilat, belkî li her çar parçeyên welêt û li derve jî, pirraniya gel ji dil û can ligel şoreş û serhildanê ne. Ev yek rastjiyeke zelal e. Belê rast e ku dinya bi dest û dilê gelê azadîxwaz ê Kurd nameşe, lê belê hêviya gel ji bo berdewamiya şoreşê pirr giring e. Berxwedan û egîdiyeke ku îro li nava welat heye, bûye sedema moral û piştevaniyeke mezin li derveyî welat jî. 

Tiştekî din ên ku lazim e em li ser nîqaş bikin heye: Gelo partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî wê çawa xwe bigihînin wê astê ku li hemberî vê qehremanî û berxwedana bilind, bersiva pozitîf nîşan bidin? Mixabin pirraniya partiyên siyasî ku li ser hesabê Rojhilatê Kurdistanê dixebtin; ne xwedî perspektîf, biryar û stratejiya şoreşgerî ya xwe ne. Ev yek, ji her tiştî xetertir e ji bo Şoreşa Rojhilat. 

Ji vê zêdetir jî; vê tevliheviya siyasî û îdeolojîk dibe sedema kaoseke mezin ji bo siberoja vê şoreşê. Bila em bi zelalî destê xwe li ser birîna xwe deynin. Partiyên me yên siyasî li Rojhilat, ne li asta berxwedan û kedkariya gelê me ne. Ji aliyekî ve li hember partî û aliyên Îranî xwe zêde piçûk û bê perpesktîf dibînin. Li aliyekî din jî, li hemberî hev û du, xwe pirr mezin û pozblind dibînin. Her du helwêst û pozîsyonên xelet û şas in. 

Tirsa min a mezin ne dijminên gel in. Hem dewlet û hem oposîsyon jî neyarên gelê Kurd in. Lê xetera wan ne bi qasî wê yekê ye ku Kurd di nav xwe de pirr nakok in û bê tifaq in. Ev nakokî û bêtifaqî bûye sedem ku pirraniya partiyên siyasî bikevin nav xwexapandin û şiroveyên şaş li hemberî dewlet û hêzên Îranî yên ku wê sibe dîsa dibin dijminê Kurdan. Ehmedî Muftîzade berî 50 salan gotibû, “Heger dijminê xwe em nebin, dijminên derve nikarin serê me bitewînin.”

Bila partiyên me yên siyasî li asta ked û berxwedana gelê me ya Rojhilat bin. Bila bi dil û can, li her dera dinyayê, ligel Şoreş û Berxwedana li Rojhelat bin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.