Bi 7 beşan Napolyon Bonapart

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 7 Adar 2023 - 04:31

Derhêner Steven Spielberg dest bi xebata filmê bi navê “Napoleon” dike. Ev film dê bi 7 beşan behsa Napolyon Bonapart bike. Esas, ev film dê ji hêla Stanley Kubrick ve bihata çêkirin, lê mixabin emrê Kubrick têra vê yekê nekir. Ji lewma jî niha bi riya kanala HBO ev film dê ji hêla Steven Spielberg ve were çêkirin.

Li gorî nûçe didin zanîn, filmê “Napoleon” dê bi prodûksiyoneke mezin were çêkirin. Steven Spielberg, îsal li festîvala Berlînale xelata rûmetê wergirtibû. Li wirt wî got; “Filmê ku em ê çêkin senaryoya resen ya Stanley Kubrick e. Ji bo HBO’yê em produksiyoneke mezin hazir dikin. Filmê me dê ji 7 beşan pêk were û ev 7 beş dê behsa Napoleon bikin.”

Stanley Kubrick piştî filmê xwe yê “2001: A Space Odyssey” (1968) dest bi xebata senaryoya Napoleon kiribû. Wî digot, ez ê dîmenên vî filmî bi 40 hezar leşkerî li Fransa, Ingilîstan û Romanyayê bigirim. Her wiha ji bo rola Napoleon jî gotibû, ez ê David Hemmings an jî Jack Nicholson bidim lîstin. Lê ji ber filmê Sergei Bondarchuk yê bi navê “Weterloo” ku behsa Napoleon dikir, filmê Stanley Kubrick jî ti car nehate çêkirin. Ji lewma filmê “Waterloo” bi pereyekî mezin hatibû çêkirin û li gorî pereyê hatibû xerckirin, film bi ser neket. Ji lewma jî Kubrick projeya xwe her tim taloq kir û film nehat çêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.