Bêyî Kurdan hêvî ji Cenevê nîne 

Sêşem 26 Çile 2021 - 05:14

Hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrî ku li Astanayê destpê kir, li Soçiyê dewam kir û dawiya sala 2019'an jî li Cenevê hatin lidarxistin, tûra xwe ya 5’an doh li Cenevê dest pê kir. Li ser van hevdîtinên li bin banê Neteweyên Yekbûyî pêk tên wê heta 29 Çile dewam bikin. Rojnamevan Ersîn Çaksû bal kişand ser van hevdîtinan û hevdîtinên bêyî Kurdan û Rêveberiya Xweser weke hevdîtinên bêhêvî bi nav kir.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê ji bo Sûriyeyê Geîr O. Pedersen beriya hevdîtinan civîna çapemeniyê li dar xist û anî ziman ku Sûriyeyî bi tena serê xwe nikare pirsgirêkên xwe çareser bike û got, "Pêwîstî bi hevkariya navneteweyî heye."

Peterson hem ji aliyan re, hem jî bêyî nav bilêv bike ji Rûsya, DYE, dewleta Tirk, Îran û Îsraîlê re axivî û got, "Êdî eşkere ye ku ti aktor an jî kom bi ferzkirina îradeya xwe li ser Sûrî yan jî bi şer nikare pirsgirêka Sûriyeyê çareser bike."

Li gorî biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo çareseriya krîza siyasî ya li Sûrî di nava 6 mehan de divê hikumeteke pê bawer, tevlîkar û xwe naspêre mezhebê bê avakirin, di nava 18 mehan de jî hilbijartineke wekhev û serbixwe di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de bê lidarxistin. Lê dewleta Tirk û komên wê xwe ji vê didin alî û di heman de xuya dike ku di nava koman de jî nakokî hene.

Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrî bi komên biçûk û mezin ji du koman pêk tê û bi giştî 150 endamên xwe hene.

Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî ku temsîla îradeya zêdeyî 5 milyon mirovî dikin, di komîteya destûra bingehîn de nayên bicihkirin. Ji lewra nûnerên Rêveberiya Xweser eşkere tînin ziman ku ev xebata ew di navê de nînin wê biryarên wê jî guhdarî nekin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geîr O. Pederson jî di civîna çapemeniyê ya dawî de qala gelek mijaran kir, lê belê nûnerên Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji nedîtî ve hat.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.