- Hate diyarkirin di teqînê de herî kêm 18 leşker hatine kuştin û 27 leşker jî birîndar bûne.
Li nêzî paytexta Sûriyê Şamê, otobuseke leşkerî hate teqandin. Di êrişê de 18 leşker hatin kuştin û 27 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan a dermî ya hikûmeta Şamê Sanayê, li nêzî Şamê, êrişeke bombeyî li hemberî otobuseke leşkerî hate kirin.
Hate diyarkirin di teqînê de herî kêm 18 leşker hatine kuştin û 27 leşker jî birîndar bûne.
Ev bîlanço, ya herî giran a van salên dawiyê bû.
Li gorî Sanayê bombe di binê wesayîta leşkerî de hatiye bicihkirin.
ŞAM