Li Şamê hevdîtina MÎT û îstîxbarata Sûriyeyê

În 16 Îlon 2022 - 21:21

  • Hate ragihandin, ku Şefê Îstîxbarata Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Şamê bi serokê îstixbarata Sûriyeyê Elî Memlûk re hevdîtin kiriye.

Hate ragihandin, ku Şefê Îstîxbarata Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Şamê bi serokê îstixbarata Sûriyeyê Elî Memlûk re hevdîtin kiriye.

Li gorî nûçeya Reutersê, Musteşarê Rêxistina Îstixbarata Milî ya Tirkiyeyê (MÎT) Hakan Fîdan dawiya meha Tebaxê li Şamê hevdîtin pêk aniye.

Fîdan di 11'ê Îlonê de li Bexdayê ji aliyê serokên Sunnî Hamîs Hançer, Serokwezîr Mustefa El-Kazimî û Serokkomar Berhem Salih ve jî hatibû pêşwazîkirin û gelek parlamenteran nerazîbûn nîşanî van hevdîtinan dabûn.

Reutersê li ser çavkaniyên du berpirsên Tirkiyeyê û çavkaniyeke girêdayî Şamê nivîsiye ku Fîdan vê carê bi Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memlûk re hevdîtin kiriye. Hat diyarkirin ku Rûsyayê navbeynkariya hevdîtinê kiriye.

Hevdîtinên veşartî didomin

Li gorî rayedarekî Tirk yê ku nexwestiye navê xwe bide, peywendiyên Fîdan zemîna civîna wezîrên derve yên her du welatan amade kirine.

Rayedarê Tirk ê navborî got, "Rûsya dixwaze Sûriye û Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser bikin û dixwaze hem Tirkiye hem jî Sûriye bigihin hin peymanên ku di berjewendiya her kesî de ne."

Li aliyê din çavkaniyeke herêmî ya girêdayî Şamê îdia kir ku Rûsya ku bi dagirkirina Ûkraynayê re mijûl e, Sûriye teşwîq kir ku dest bi danûstandinan bike.

Heman çavkaniyê diyar kir, civînên ku hatin lidarxistin, tevî serdana Fîdan a du rojî ji bo Şamê di dawiya meha Tebaxê de, armanc ew bû ku bingehê ji bo hevdîtinên asta bilind bê danîn.

Hat ragihandin ku ev demek e di navbera aliyan de hevdîtinên veşartî didomin.

Malpera Fransî Intelligence Online ku nûçeyên îstixbaratî diweşîne herî dawî ragihandibû ku roja Çarşemê 7’ê Îlonê li Moskowa paytexta Rûsyayê di navbera Hakan Fîdan û Elî Memlûk de hevdîtinek pêk hatiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.