2 leşkerên Şamê kuştin
Yekşem 18 Îlon 2022 - 22:48
- Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Qeremoxê yê li rojhilatê Kobanê, 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.
Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Qeremoxê yê li rojhilatê Kobanê, 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker doh gundê Qeremox ê 14 kîlometreyan dûrî navenda Kobanê, bombe kir. Di êrişê de 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gelek caran gundê Qeremoxê bombebaran kirin.
Dewleta Tirk her wiha gundên Cêşan, Qeremox, Til Şeîr û Zor Mixar jî bombe kirin.
Artêşa Tirk a dagirker, ji bilî Kobanê, Zirgan û gundewarên wê, rojavayê Dirbêsiyê ya li Hesekê jî tobparan kir.
Top li nêzî gundê Gir Beşk ê rojavayê Dirbêsiyê ketin.
KOBANÊ/HESEKÊ