Di hefteyekê de 24 birîndarên DYE´yê

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 25 Cotmeh 2023 - 16:30

Fermandariya Navendî ya Hêzên Leşkerî ya Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê (CENTCOM)ê da zanîn ku di 13 êrişên li dijî baregehên hêzên wê yên li Iraq û Sûriyê de piştî 7´ê Cotmehê 24 leşkerên wê birîndar bûne.

Rayedarên CENTCOM´ê ji NBC Newsê re sêşema bihurî peyivîn û gotin di nava hefteyekê de 10 jê li Iraqê û 3 jê li Sûrî, li dijî baregehên  hêzên wê yên li Iraq û Sûriyê 13 êrişên bi droneyên bombebarkirî yan jî bi roketan pêk hatine.

Li gorî CENTCOM´ê 18´ê Mijdarê di êrişa bi du droneyên bombebarkirî de li baregeha El-Tenf a li Başûrê Sûrî 20 leşkerên Emerîkî birîndar bûne. CENTCOMÊ got, yek ji van dronan hatiye xistin, ya din li baregehê ketiye û temamê birîndarên êrişê hatine dermankirin û li wezîfeya xwe vegeriyane.

Heman rojê êrişek bi du dronan li dijî baregeha DYE û hêzên Koalîsyona li dijî DAIŞ´ê ya li Eyn El-Esed a li Iraqê pêk hat. CENTCOMÊ got, yek ji dronan hatiye xistin, yeke din jî hangarek îmha kiriye ku tê de balefirên piçûk hebûn.

CENTCOM´ê got, 4 birîndarên vê êrişê jî hatine dermankirin û li wezîfeya xwe vegeriyane.

Heman rojê berdevkê wezareta parastinê ya DYE´yê General Pat Ryder got, 13 êrişên bi dron û roketan di nava hefteyekê de li dijî baregehên wan ên li Iraq û Sûrî pêk hatine. Rayedarên Emerîkî ev êriş hemû xistin stûyê Îranê û mîlîsên ser bi Îranê.

Piştî van daxuyaniyan pêr bi şev êrişeke din li dijî baregeha DYE´yê ya li Iraqê ya Eyn el-Esed hate kirin. Ev êriş bi roketan bûye û hat zanîn ku ev roket hemû li derveyî baregehê ketine.

Êrişên li dijî baregehên DYE´yê piştî ku Îsraîlê bersiv da êrişa Hemasê û dest bi bombekirina Xezeyê kir, zêde bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.