Ji Emerîkayê êrişên hewayî

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 14 Mijdar 2023 - 00:27

Li gorî nûçeyên di medya Iraqê de hatine parvekirin, balafirên şer ên Emerîkayê gelek depoyên çek, teqemenî û balafirên bê mirov li navçeya Meyadîn û Ebokemal ên ser bi parêzgeha Dêrezor ya Suriyeyê bombebaran kirin. Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, depoyên ku hatin hedefgirtin, yên koma bi navê Nucebayan bûn û di wan depoyan de balafirên bê mirov, muşekên menzîl kurt û navîn hebûn.

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê jî di daxuyaniyek de ragihand di êrişên asîmanî yên Emerîkayê de hêzên girêdayî Supayê Pasdarên Îranê û komên hevpeymanên Îranê yên li Suriye û Iraqê hatine hedefgirtin. Hat gotin êriş bi fermana serokê Emerîkayê pêk hatiye û wê Emerîka parastinê li leşkerên xwe û berjewendiyên xwe bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.