Xelkê Siwêdayê, xwepêşandanên xwe yên ji bo guhartina siyasî ya giştî li Sûriyê, bi beşdariyeke girseyî û mezin a jinan, dewam dikin.
Xwepêşandanên Siwêdayê di roja 14′an de dewam dikin. Doh sibehê, girseya gel a ji gund û bajarokên bakur-rojhilatê bajêr gihiştin Meydana Keramê ya li naverasta Siwêdayê. Xwepêşandêran daxwazên guhertina siyasî, îstîfakirina Beşar Esed kirin.
Mîna rojên beriya wê, jin girseyî li Meydana Keramê amade bûn û di dîmen û wêneyên li ser malpera Siwêda 24 de eşkere bû ku jin xwarinên di nava nên de didin xwepêşandêran.
ŞAM