Rêveberiya Xweser: Em ji diyalogê re hazir in

În 19 Nîsan 2024 - 17:45

  • Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku pêvajoya guftûgoyê ya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Şamê de ji nû ve dest pê kir.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd têkildarî beyannameya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 18’ê nîsana 2023’yan de ji bo çareserkirina aloziyê pêşkêş kiriye û ji 9 bendan pêk tê, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nirxand. Evîn Siwêd diyar kir ku ji bo li Sûriye serdestî û yekitî were avakirin pêwîstî bi çareseriyek siyasî heye, hevdîtinên bi hikumeta Şamê re hê encamek diyar negirtine.

Negihaye asta çareseriyê
Evîn Siwêd diyar kir ku hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de girêdayî hin mijarên pratîk in û ev tişt got: “Lê nagihêje asta ku gaveke cidî ber bi çareseriyeke giştî ve bê avêtin ku hêviyên Sûriyeyiyan pêk bîne.” Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêya beyannameya xwe bang li dewletên Ereban kiribû ku di aloziya Sûriyeyê de roleke çalak bilîzin. Me bi piraniya dewletên Ereban re hevdîtin çêkir. Lê belê me encamên ku hêvî dikirin, bi dest nexist.”

Beyanname ne tenê ji bo Şamê ye
Evîn Siwêd diyar kir hikûmeta Şamê hewldanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hin dewletên Ereban ên ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê neyînî dinirxîne û ev nêzikatî rexne kir û wiha got: “Beyannameya rêveberiyê ne tenê ji bo hikûmeta Şamê, ji hemû derdorên çareseriyê dixwazin re hatiye pêşkeşkirin. Rêveberiya Xweser beriya ragihandina beyannameyê bi hêz û aliyên Sûriyeyê re civiyabû. Lê belê diyar bû ku hevdîtin bêencam bûn. Hin hêzên xwecihî û herêmî beyanname bi başî nirxand, dîsa jî me nekarî muxalefetê bikin yek ji bo ku di bin alekê de bi hikûmeta Şamê re dest bi dan û standinê bikin. Ji bo zextekî girantir li hikûmeta Şamê were kirin, hewldanên yekkirina eniya niştimanî û hêzên demokratîk hene. ”

Hewceyî bi levkirina siyasî heye
Evîn Siwêd bal bire ser berhemên aborî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev nirxandin kir: “Rêveberiya me dibêje ew milkekî nîştimanî ye û yê her kesî ye. Divê lihevkirineke siyasî bi hikûmeta Şamê re pêk were da ku berhemên li herêmê bi awayekî adilane û wekhev bên belavkirin.”
Erkek niştimanî ye
Evîn Siwêd destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser amade ye ku penaberên sûriyeyî pêşwazî bike û vegereke ewle ji wan re peyda bike. Di mijara êriş û gefên dewleta Tirk de jî wiha got: “Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê, Rêveberiya Xweser amade ye dest bi diyalogê bike. Vegerandina her Sûriyeyiyek li war û cihê xwe, erkek nîştimanî ye. ‘’Jinhaagency

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.