Hevpeymana civakî ya nû

Çarşem 30 Tebax 2023 - 16:03

Çalakvanê siyasî yê ji Siwêdayê, Salih El Nebwanî diyar kir ku protestoyên li dijî hikûmeta Şamê berfireh dibin û tevgera gel hewl dide xwe bi rêxistin bike. El Nebwanî bal bire wê yekê ku xwepêşandêr daxwaza pêkanîna biryarên navneteweyî û avakirina dewleta hemwelatîbûnê dikin. Di xwepêşandêrên doh ên li Siwêdayê de xwepêşandêran daxwaza çêkirina hevpeymaneke civakî ya nû kir.

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bi sedan xwepêşandêr li Qada El Seyr “El Kerame” ya li bajêr kom bûne û dirûşmeyên “Sûriye ne ya mala Esed, ya me ye” gotine.

Xwepêşandêran daxwaza pêkanîna biryara navneteweyî /2254/, veguhertina siyasî, çûyîna Esed û başkirina rewşa jiyanê kir.

Di nava dovîzan de nivîsên mîna “Silav ji bo netewa rojê ya li rojhilatê Firatê” , “Sûriyeya azad, sivîl, demokratîk” , “Çêkirina hevpeymaneke civakî ya nû ji bo welatiyên Sûriyeyê hemûyan” jî cih girtin. Beşdarbûna jinan jî di xwepêşandanan de bal kişand ser xwe.

Protestoyên xelkê Siwêdayê yên li dijî hikûmeta Şamê ji 20`ê Tebaxê ve dewam dikin.

ANHA/ŞAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.