Berevajî kirina Rastîyê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 24 Çile 2026 - 00:04

Berevajî kirina Rastîyê

(Salên 1947–1948)

Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê 309(6)

Nivîsîn,wergerandin u amadekirin  Dr.Kamran EmînAwe

Kurmancî kirin:Hesen Qazî 

Li vir pêwîst e bal bê kişandin ser çend xalên:

Berevajîyê nivîsara Zirar Silêman Beg Dergeleyî û dîroka Partiya Demokrata Kurdistanê, ev civîn ne ji bo damezrandina 'encumenekê bi şêweyê hukmeta demkî li derveyî Kurdistanê ji bo penaberên Kurd' [Zirar Silêman 161, dîroka partiyê r. 26] lê zêdetir ji bo berdewamiya çalakiyên Kurdên penaber li Sovyetê bi navê Hîzba Demokrata Kurdistanê, diyarkirina armanc û hilbijartina komîteya navendî ya wê partiyê bûye.

Naveroka axaftina Mela Mistefa di vê civînê de, Dr. Rehîm Qazî ev nerîn diparêz e. [Dîroka partiyê, cilda yekem r. 27 heta 49, Pêşeng hejmar 11].

Destûrdana damezrandina hukmeta demkî ji bo Kurdên penaber ên Îran û Iraqê li Yekîtiya Sovyetê, nikare li hev bike bi siyaseta wê demê ya Sovyetê ku piştî danûstandinên Stalîn bi Qewam re û vekişandina artêşa Sor ji Îranê, bû sedema êrişa artêşa Îranê bo Azerbaycan û Kurdistanê di zivistanê 1946 de û tunekirina Komara Kurdistanê û hukmeta xweser a Azerbaycanê.

Naye guman kirin Baqirov ku Firqeya Demokrata Azerbaycanê ji bo wî pir giringtir bû ji Hîzba Demokrata Kurdistanê û pirsgirêka Kurd, herwiha her tim Kurdistana li Îranê wekî beşek ji Azerbaycanê pênase dikir, ew derfetê ku ji bo bi hezaran penaberên Azerî neafirand, ji bo 500 penaberên Kurd biafirîne. Damezrandina encumenekê bi şêweyê hukmeta demkî û ew jî li welatekî ku bi Îranê re hevsînor e, ne tenê bi siyaseta wê demê ya Yekîtiya Sovyetê re ne dihat, lê ji bo damezrandina rêxistineke wiha ne komîteyeke 11 kesî lê diviya bû encumena wezîran û serokkomar, parlament û hwd werin diyarkirin!

Ji aliyê din ve di tu cihî axaftina Mela Mistefa Barzanî de behsa diyardeyekê bi navê hukmeta demkî ya Kurd li derveyî welat nehatiye kirin, lê behsa hilbijartina komîteya navendî ya Hîzba Demokrata Kurdistanê wekî nûnerê rastîn ê neteweya Kurd tê kirin ku 'dikarin di hemû varek de serkirdatiya miletê Kurd bikin.' [Dîroka partiyê. Cilda 1. r. 29].

Barzanî piştî axaftineka dirêj derbarê dîroka têkoşîna gelê Kurd, di beşa 'Armanca siyasî' de balê dikişîne ser çend xalên girîng wekî 'damezrandina komareke demokratîk piştî azadkirina Kurdistana Îranê, biratî û yekîtî bi Firqeya Demokrata Azerbaycanê re û têkoşîna hevbeş li dijî dewleta kevneperest a Îranê heta gihiştina gelê Îranê bi azadiya rastîn û qanûnî, herwiha ' bingeha' Komara Kurdî li Kurdistana Îranê ji bo azadkirina hemû Kurdistana Mezin û erka dewleta Kurd a paşerojê di pêwendiyê bi hukmeta neteweyî ya Îran û Azerbaycan û Sovyetê re û ...' [Dîroka partiyê, cilda 1. r. 41–42]. Di vê axaftinê de bi giştî behsa armancên siyasî, aborî, civakî û giştî yên Hîzba Demokrata Kurdistanê ji bo damezrandina hukmeta neteweyî ya Kurd di pêşerojê de hatiye kirin û xalekê têkildar bi damezrandina encumenekê bi şêweyê hukmeta demkî ji bo penaberên Kurd tê de nîne.

Dr. Rehîm Qazî têkildarî damezrandina Komîteya Navendî ya Derveyî ya Hîzba Demokrat a Kurdistanê de dinivîse:
‘Gava Barzaniyan li qeraxê bajarê Bakûyê li yek cihî kom bûn û karûbarên jiyana xwe ji hemû aliyan ve bi rêkûpêk bû, bi Mela Mistefa re em hatin ser vê biryarê ku bi armanca birêvebirina karûbarên teşkîlatî û siyasî û civakî û serokatiya bi rêkûpêk li ser propaganda ku pêk dihat ji rojname û nivîsandina gotaran û perwerde kirina Barzaniyan li ser rewişa cîhanê û hwd., organekî serokatiya siyasî damezrînin. Ew bû ku Komîteya Navendî ya Derveyî ya Hîzba Demokrat a Kurdistana Îranê hat damezrînin. Mela Mistefa wek serokê komîteya navendî û ez jî wek alîkarê serok û berpirsê propagandayê hatim diyarkirin. Mîr Hacî û Şêx Silêmanê birazîyê Mela Mistefa jî di nav endamên komîteya navendî de bûn. Heta wê demê ku Barzaniyan nehatibûn veguheztin bo Komara Uzbêkistanê em bi hev re têkoşîn dikirin, rojnameya me derdiket û gotarên me didan û her hefteyekê carekê bi serokatiya Mela Mistefa civînên me dibûn.’ [Pêşeng hejmara 11, Adar 1986]
2.Berevajiyê gotinên Zirar Silêman Begê Dergeleyî, xuya dike ku komîteya hilbijartî ligel pirsgirêk û nakokiyên di navbera endamên vê komîteyê de heta şandina Kurdên başûr bo Ûzbêkistanê berdewamî bi civîn, kar û çalakiya siyasî daye. Herwiha di dema hatina Barzaniyan bo Bakûyê heta dema veguheztina Barzaniyan bo U zbêkistanê di 27ê Tebaxê 1948an de, nûnerên Kurdên rojhilatê Kurdistanê yanê Qazî, Gelawêj, Eyûbî û Şemzînî, hevkarî bi Barzanî re kirine û erkê sereke yê birêvebirina karkirina rojnameya Kurdistan û beşa Kurdî ya radyoya Firqa Demokrat a Azerbaycanê li ser milê wan bûye.

3.Berevajiyê hemû dengûbasên bê belge, Elî Gelawêj li gorî kronolojiya bûyeran, di dema hatina Barzaniyan bo Azerbaycanê wek piraniya Kurdên rojhilatî, kesekî veşartî ji Barzanî re nebûye û, xuya dike wek Rehîm Qazî ji destpêkê ve beşdarî kiribe di cîbicîkirin û dabînkirina Barzaniyan de. Bêguman kesekî ku hilbijartiya lîsteya Barzanî bo serokatiya Hîzba Demokrat a Kurdistanê bûbe û karibe bi gotina Barzanî ‘di hemû varan de rêberiya miletê Kurd’ bike zehmete ku kesekî nenas, sîxurê Rûsî an Azerbaycanî bûbe!

4.Xuya dike bizirbûna navê Gelawêj û, hebûna navê kesên wek Hesen Hîsamî, Mistefa Şelmaşî, Rehman Germiyanî, Murad Rezmawer di lîsteya Kak Mesûd û Kitûba Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê de di têkiliya bi nakokiyên salên dehêya 50î zayînî di navbera Kurdên rojhilatî yên niştecihê Moskow û Bakûyê de, herwiha piştgiriya Barzanî ji dijberên Qazî û Gelawêj bûbe.

Navê Rehîm Qazî ji ber ku ser bi malbata naskirî ya Pêşewa Qazî Mihemed bû, neşîyane ku sîl bikin, lê bizir kirina navê Gelawêj an her kesekî din bêguman ji bo wan hêsantir bûye. Ji aliyekî din ve rêjeya çar kesên nûnerên rojhilatê Kurdistanê di helsingandin bi rêjeya 7 kesên Kurdên başûr di vê komîteyê de, dikare têkiliyek bi zêdebûna rêjeya penaberên başûrî di civînê de û dengdana wan ji bo nûnerên amadebûyî hebe. Lê di kitêba Kak Mesûd Barzanî û Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê de xuya dike ji bo parastina mafê beramberiya Kurdên rojhilatê Kurdistanê ligel kêmbûna rêjeya wan, ji aliyê Mela Mistefa ve navê çar kesên ku di dawiya salên 50î zayînî de nêzîktirî Barzanî bûn, lê zêde kiribin û navê Gelawêj jî sîl kiribin.

didome....

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.