Başûr nebû bingehekî netewesaziyê

Seevan SAEED nivîsand —

Sêşem 28 Kanûn 2021 - 22:30

  • Li dawiya sedsala nozdehemîn û destpêka sedsala bîstemîn de; gelê Cihû li dinyayê hemûyî xwe amade kir bo serdemeke cuda ji dîroka xwe.

Li dawiya sedsala nozdehemîn û destpêka sedsala bîstemîn de; gelê Cihû li dinyayê hemûyî xwe amade kir bo serdemeke cuda ji dîroka xwe. Piştî sê hezar salan, li malwêranî û mişextibûn, derbederî û koçberbûnê, piştî jenosîd û qirkirinê; gelê Cihû carekê û bi hev re got, Êdî Bes e. Ew israr û ezm a ku bûye bingeh ji bo rêxstinbûyîna wan, bû sedem ku welatên mezin û xeddar ên weke Inglistanê jî piştgîriya wan bikin û ew karibin statuya xwe çêkin. Helbete, ez li vir naxwazim bibêjim, dewleta Îsraîlê dewleteke meşrû û rewa ye. Naxwazim bibêjim, xebata gelê Filistînê ne rewa ye. Lê dixwazim vê yekê bînim ziman ku proseya netewesaziyê li cem gelê Cihû pirr aktîf û biaqil hat birêvebirin. 

Ne tenê statuya siyasî, belkî kultur, ziman û temamê beşên girîng di jiyana gelê Cihû de hat bipêşxistin. Ya ku ji bo min hi her tiştî balkêştir jî ew e ku her kesê ku Cihû be, li ku dera dinyayê dibe bila bibe, wekî pariyekî ji neteweya Cihû/Yehudî tê hesibandin. Destûra bingehîn a Îsraîlê wê/wî kesê/î weke hevwelatîya/ê xwe dihesbinê. Hesabekî taybet û bi rêz û hurmet ji bo her kesa/ê Cihû heye. 

Gava ez li rewşa Kurdan li Herêma Kurdistanê -qismê Başûrê Kurdistanê yê desthilata PDK û YNK´ê lê-, proseya netewesaziyê ne ku tenê dest pê nekiriye; belkî heger li cem Kurdan ew hizr û hez û şewqeke ji bo Netewesaziyê hebe jî, statuya Herêma Kurdistanê ew hizr û şewqa xelkê ji kuştiye. 

Bila em dev ji malwêranî û arîşeyên pirraniya xelkê Başûr jî berdin, ji mijara gendelî û fesadê re jî em tiştekî nebêjin niha. Lê tenê binihêrin li vê statuya Kurdan a di 30 salên rabihurî de; çi gaveke erênî ji bo proseya netewesaziyê gelo avêtiye? Ev 30 sal in ku li Başûrê Kurdistanê welatparêz û xebatkarên her sê parçeyên din ên Kurdistan bi reşkujiyan tên qetilkirin û  xebata gelê Kurd dibe bazareke sivik ji bo dewletên ku Kurdistan dargir kirine. Li Hewlêrê, roj bi nîvro, nava rojê xebatkarên Kurd bi destê Îstixbarata Tirk û Îranê (MÎT û Îtilaet) şehîd dibin. 

PDK li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî pirr sivik û şermezar di xizmeta dewletên dagirker de ye. Rojekê deriyê Sêmalka li ser gelê Rojavayê Kurdistanê digire. Roja din Şengalê teslîmî DAIŞ´ê dike, rojekê gerîlayan şehîd dike, roja din jî heqaretê li partiyên Rojhilata Kurdistanê dike û teroristên rejîma Îslamî diparêze bi selametî li qesra serokatî ya Barzanî, ew qatilê ku Doktor Qasimlo şehîd kiriye, pêşwazî dike. 

Gelo ev kiryarên sivik û şermezar çi qasî xizmetê dikin ji prose û pêvajoya netewesaziyê? Ya rastî ew e ku ev zêhniyet û xeyalên gendel û paşvemayî, ti caran nikarin proseya netewesaziyê çêke. Gelê Kurdistanê li her sê parçeyên din rexmî zext û zorên dujmin jî, baştir û bi hêztir proseya kurdbûn û netewebûna xwe bi pêş xistiye. Ew 30 sal in ku Herêma Kurdistanê nîvçe azad bûye, karibû bibe bingehekî pirr baş ji bo netewesaziyê. Mixabin bûye bingehek ji bo xizmeta dijminên gel û neteweya Kurdistanê. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.