Bajarek kitêbekê dixwîne

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Tebax 2022 - 21:03

  • Bajarê Elmanyayê Mannheimê, konsepta “Bajarek kitêbekê dixwîne” weke “Mannheim kitêbekê dixwîne” bire bajarê xwe.

Bajarê Elmanyayê Mannheimê, konsepta “Bajarek kitêbekê dixwîne” weke “Mannheim kitêbekê dixwîne” bire bajarê xwe. Di vê konseptê de her sal kitêbek tê neqandin a ku metna wê bi estetîka xwe derdikeve pêş. Ji bilî wê mijarên bihevrejiyan, ekolojî û perspektîfên ji bo siberojê jî wê li pêş bin. Û xwendina wê jî divê bi kêr werre ji bo guherandina nihêrîna li dinyayê.

Axir piştre, dibistan, komele, kitêbxaneyên li bajêr, şano, sînema, şirket û zanîngeh  hemû jî divê tevlî vê projeyê bibin. Xwendina kitêbê, axaftinên li ser kitêbê, panel, atolye û semîner wê bên organîzekirin li ser kitêbê. 

Kitêba îsal hatiye neqandin ya Karosh Taha ya bi navê “Beschreibung einer Krabbenwanderung” e. Ev kitêb sala 2018´an ji weşanxaneya DuMont derketibû. Nivîskar Kurdeke ji Zaxoyê ye. Û ew di kitêbê de bi jina bi navê Sanaa Kevjala - erê hûn kêvjalan bixwînin - û jiyana wê yan li Elmanyayê dadikeve. Jineke ku di navbera jiyana rojane, têkoşîna bi wê yekê re ka ew ê malbata xwe bi wan bûyerên trawmatîk re bihêle û biçe yan na… Jineke ku neçar e her “raweste û şiyar bibe”. Nîşana miameleyeke tevlîhev a bi rabihuriyeke tevlîhev re kêvjaleke ku di zarokatiya wê de bi vebêjerê girtiye li nava Xabûrê. Jixwe, roman bi gotinên, “Gava ku ez di xew de kêvjaleke sor dibînim, a ku di xew de kêvjaleke sor dibîne, …. a ku di xew de min dibîne, û wê hingê ez wê di xew de dibînim.”     

Vê çîroka roja îro ya ku rabihurî veşartiye, jûrî qaneh kiriye û bûye kitêba ku bajarê Mannheimê bixwîne. 

Karosh Taha dibêje, “Hunermend bi tehlûke ne, ji ber ku ew ji ya heyî bêhtir rastiyekê texeyul dikin, ji ber ku ew dikarin behsa rastiyeke din bikin, ji ber ku ew ya ku hatiye çêkirin dixin ber lêpirsînê”.

Karoh Taha ya van gotinan dike, sala 1987´an li Zaxo hatiye dinê û piştî vê romana xwe wê sala 2020´an kitêba “Im Bauch der Königin” (Di zikê melîkeyê de) nivîsand û dîsa DuMontê ew weşand.

Do Cotmeha bê de li Mannheimê halê hazir 3 çalakî hatine amade kirin û ev ê zêde bibin. 12´ê Cotmehê çalakiya destpêkê ye. 18´ê Cotmehê projeya “Mannheim pirtûkekê dixwîne” û  “Bi qelêmê hat xwendin” hev dibînin. 25´ê Cotmehê her du kom dîsa wê hevdu bibînin. 

MANNHEIM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.