Azadiya huner û weşanê biparêzin

Nûçeyên Çand/Huner

În 21 Çile 2022 - 22:15

  • Bêhtirî 100 sazî û rêxistinên çand û agahiyan diafirînin, li dijî qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamya û şirketa muzîkê MÎR Multimediayê daxuyaniyeke piştgiriyê belav kirin bi sernavê “Azadiya huner û weşanê biparêzin”

Bêhtirî 100 sazî û rêxistinên çand û agahiyan diafirînin, li dijî qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamya û şirketa muzîkê MÎR Multimediayê daxuyaniyeke piştgiriyê belav kirin bi sernavê “Azadiya huner û weşanê biparêzin”

Sedema vê daxuyaniyê jî ew e ku hefteya, 26´ê Çileyê 2022´yan doza  Weşanxaneya Mezopotamya û şirketa muzîkê MÎR Multimediayê li dijî qedexeya bi biryara wezareta karê hundir a federal wê li Leipzîgê dest pê bike.  

Şîara vê piştgiriyê bi giştî wiha ye: “Li dijî sansura siyasî û bertengkirina azadiya weşanê û pirrengiya çandî - ji bo betalkirina qedexekirina  Weşanxaneya Mezopotamya û şirketa muzîkê MÎR Multimediayê”.

Di nava îmzekerên metnê de endamekî Rêveberiya Navenda PENa Elmanyayê, du endamên Rêveberiya Federal a Yekîtiya Nivîskarên Elman jî hene. 

Weşanxaneya Mezopotamya û şirketa muzîkê MÎR Multimediayê sala 2019´an bi biryara Wezareta Karê Hundir a Federal a Elmanyayê ve, li gorî qanûna komeleyan hatin girtin. Wezaretê ew weke rêxistinên ser bi PKK ya qedexekirî nîşan dabûn.

Di metnê de tê bi bîrxistin ku di çarçoveya doza qedexekirinê de bi hezaran kitêbên qedexenekirî, gelek qeydiyên dengan, teknîka deng û arşîva herî mezin a muzîka Kurdî ya li dinyayê hatine desteserkirin. Ew vê arşîvê weke xezîneyeke çandî ya dinyayê bi nav dikin û dibêjin, ev xezîne edî li xelkê girtiye û di destê rêxistina îstîxbarata Elman de ye. 

Zilma xwe bi dawî bikin

Di metnê de tê gotin, “Mirov rabe ji xwe re karên terorîstî li hev bîne û bixe stûyê weşanxaneyekê û şirketeke muzîkê, ev destwerdaneke hişk û çor e li dijî mafên sereke yên demokratîk ên weke azadiya huner, fikr, çapemeniyê û weşanê.”

Îmzaker vê bangê dikin: “Em bang dikin da ku qedexekirina herdu saziyên medyayê bê betalkirin, materyalên desteserkirî li xwediyên wan bên vegerandin da ku ew saziyên medyayê xebatên xwe ji nû ve dewam bikin.

Em her wiha daxwaz dikin ku Hikûmeta Federal û dewleta Tirk zilma xwe li dijî mirovên Kurd û çanda wan jî bi dawî bikin”. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.