Li DYE'yê dîplomasiya ji bo Rojava 

Çarşem 29 Îlon 2021 - 04:15

  • Ji 24´ê Îlonê ve heyeta MSD´ê hevdîtinan bi rayedar û qanûnçêkerên Emerîkî re pêk tîne. Li Senato û Kongreyê desteka eşkere ya ji bo Rêveberiya Xweser hat îfadekirin, reberiya Biden jî got, hevkariya bi QSD´ê re li dijî DAIŞ´ê wê dewam bike. Di heman demê de heyeteke ENKS´ê di nava heyeta Îtîlafê de Rêveberiya Xweser reş dikir. 

Heyeteke ji Rojavayê Kurdistanê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ev çendek e ku hevdîtinan dike. Seroka Komîteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî di vê heyetê de ye. Ev heyeta MSD´ê ji 24´ê Îlonê ve hem hevdîtinan dike, hem jî dostan zêde dike. 

Lê di heman demê de heyeteke ENKS´ê ya ku endama Îtîlafê (saziya siyasî ya çeteyên Tirkiyeyê) ye jî hemwext hevdîtinan dike. Armanca ENKS´ê ne têkoşîna li dijî rejîmê ye, lê astengkirina dîplomasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, pê re jî rewakirina dagirkeriyeke dewleta Tirk a muhtemel e.

Heyeta Rêveberiya Xweser hevdîtinan dike da ku DYE hem weke hevgirê şerê li DAIŞ´ê û hem jî hêza garantor a agirbesta Cotmeha 2018´an bi erkên xwe rabe, û di balansa hêza desthilatê ya li Sûriyê de jî cihê xwe bi carekê bernede. 

Naskirina Rêveberiya Xweser

Di heyeta MSD´ê de ji Îlham Ehmed, nûnera MSD´ê li Washingtonê Sînem Mihemed, hevseroka Partiya Yekîtiya Suryanî Nezîra Gewriya û hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Xesen el-Yûsif jî hene. Ji bo wan her lihevkirineke siyasî ya ji bo çareseriya krîza li Sûriyê, divê Rêveberiya Xweser nas bike.  

Ew her wiha dixwazin leşkerên Emerîkî heta çareseriyeke siyasî misoger bibe, li Sûriyê bimînin. Halê hazir 900 leşkerên Emerîkî li Sûrî hene û armanca wan a sereke hevkariya di şerê li dijî bermahiyên DAIŞ´ê de ye. 

Sînem Mihemed li ser mijarê got, “Rêveberiya Biden gelek caran da zanîn ku ew ê ji Sûriyê venekişin. Ev ji bo me gelekî girîng e.” 
Lê mijareke din a heyetê jî wê girtiyên DAIŞ´î be. Hejmara wan niha qederê 10 hezaran e. Gelek ji wan welatiyên dewletên derveyî Sûriyê ne û welatên wan heta niha ew venegirtine xwe. 

Alîkariya ji bo şerê li dijî DAIŞ´ê divê dewam bike 

Sînem Mihemed ji bo wan dibêje, “Ew gelekî bi tehlûke ne. Di heman demê de ew barekî giran in ku tenê Rêveberiya Xweser xwe dide ber û ti kesî din xwe nade ber.”

Sînem Mihemed ku dîplomata Rêveberiya Xweser e li Washingtonê, dibêje, heyeta Rêveberiya Xweser wê ji DYE´yê û hevgirên koalîsyona li dijî DAIŞ´ê bixwaze alîkariyê bidin ji bo ewlekirina hepsan û herwiha alîkariya ji bo biîstîqrarkirina herêmê xasma jî ya aborî bidine wan.

Rêveberiya Biden desteka ji bo QSD´ê piştrast kir 

Îlham Ehmed di kongreyê de hevdîtinên xwe yên nîvfermî jî dan destpêkirin. Îlham Ehmed pêr bi Seroka Komîsyona li ser Azadiya Baweriyê ya Navneteweyî ya DYE´yê (USCIRF) Nadine Maenza re rûnişt. Piştî hevdîtinê Nadine Maenza li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal nivîsî, "Cihê kêfxweşiyê ye ku Îlham Ehmed li vir li Washington DC ye, û em dibînin ku destek ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe. DYE divê vê rêveberiya hêja ya bi azadiya baweriyan û wekheviya cinsan."

Sînem Mihemed piştî hevdîtina bi nûnerên Rêveberiya Biden re ya 25´ê Îlonê de jî gotibû, "Nûnerên Qesra Spî ji heyeta MSD´ê re dibêjin, em ê bimînin û desteka xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dewam bikin."  

Piştî hevdîtina bi endamên Kongreya Emerîkî re jî Hevseroka Komîteya Jinan a Kongreyê Brenda Lawrence dabû zanîn ku ew desteka tam didin Meclîsa Demokratîk a Sûrî û Rêveberiya Xweser. 

ENKS tenê li dijî Rêveberiya Xweser e

Herçî heyeta ENKS´yê ye weke qismek ji heyeta Îtîlafê hevdîtinan dike. Ew ê zêde derfetê nebîne ku weke heyeteke xweser bê pêşwazîkirin, lê di heyeta îtîlafê de cihê wê tenê ji bo reşkirina Rêveberiya Xweser û rewakirina dagirkeriya dewleta Tirk hatiye veqetandin. Jixwe, ew nexasim jî ji bo hevdîtina Erdogan û Pûtîn a îro jî zemîn hazir dikin da ku DYE bêdeng be beramberî êrişeke muhtemel a dagirkeriyê ya dewleta Tirk li dijî Rojava.

WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.