Dîplomasiya li Rojava
Çarşem 8 Mijdar 2023 - 00:35
Şandeyek ji Fransayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
Şandeyeke ji Fransayê serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şande ji aliyê serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatiye erkdarkirin.
Şande ji wezîrê berê yê perwerdeyê nîştimanî Michel Blanquet, nivîskar û lêkolîner Patrice Franceschi û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê Xalid Îsa pêk tê. Şande ji aliyê hevseroka daîreyê Semer El Ebdullah û cîgirên hevserokatiya daîreyê Fener El Giêt û Robel Beho ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de, nûnerên Rêveberiya Xweser behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Rêveberiya Xweser, bandora van êrişan li ser têkoşîna li dijî DAIŞ û xebatên rêxistinên navneteweyî yên li kampan kir. Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan vegot.
Wezîrê berê yê perwerdeya nîştimanî Michel Blanquet jî anî ziman ku armanca serdanê ew e saziyên Rêveberiya Xweser nas bike û nameya serokkomarê Fransayê ya piştgiriya bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêveberiya wê re ragihîne. Her wiha anî ziman ku bi vê serdanê dixwazin teqez bikin ku hevkariya di navbera Fransa û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de berdewam dike û wiha got:"Ez ezmûna Rêveberiya Xweser, şêwazê rêvebirinê û jiyana hevbeş a di navbera we de diecibînim. Lê êrişên li dijî we yên ji aliyê hinek welatên cîranê ve nayê qebûlkirin. Ez ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigerim da ku ziyanên ku ji ber êrişên dawiyê gihane we, bibînim."
Serdana li Belçîka ya Rêveberiyê
Li aliyekî din Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer û hevseroka nûnertiya Rêveberiya Xweser a Belçîkayê Hozan Ehmed li Parlamentoya Federal a li Brukselê li gel parlamenterê Partiya Demokratîk a Mirovî ya Belçîkayê Georges Delmon hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de Dr. Ebdulkerîm Omer bal bire ser krîza li Sûriyeyê û got:“Paşguhkirina civata navneteweyî berpirsyariyên xwe li Sûriyeyê, pêşeroja Sûriyeyê rû bi rûyî gelek îhtîmalan dihêle. Nemaze êrişên li dijî sivîlan li deverên cuda dubare dibin û ev yek bandoreke mezin rewşa xizmetê dike. Ev êriş yekser li dijî binesazî û navendên stratejîk bûn. Ji ber wê bi milyonan welatiyên herêmên hatine topbarankirin, ji xizmetên jiyanî bêpar man. Li rex wê jî bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.”
Omer, behsa însiyatîfa Rêveberiya Xweser a ji bo pêşwazîkirina penaberên sûriyeyî jî kir û ev tişt anîn ziman: “Li ser bingehên nîştimanî û mirovî ev însiyatîf hat ragihandin. Rêveberiya Xweser bi rêya însiyatîfê ragihand ku ew amade ye penaberên sûriyeyî pêşwazî bike. Lê bi şerta ku vegera dilxwazî, ewle û bi garantoriya NY`yê be.” Derbarê darizandina çeteyên DAIŞ`ê jî Omer ev nirxandin kir: “Em mecbûr man ku vê gavê bavêjin. Rêveberiya Xweser bi israr e ku dadgehan bi çavdêriya navneteweyî û bi awayekî zelal û eşkere pêk bîne.”
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Mirovî ya Belçîkayê Georges Delmon jî got:“Em baş fêm dikin çima Rêveberiya Xweser dixwaze vê gavê biavêje. Hebûna ewqas çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, li ser herêmê xetere ye. Ger teror dîsa vegere, wê derbê li ewlehî û îstiqrara li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bide. Ew ê careke din ji bo Ewrûpa û cîhanê bibe pirsgirêkeke mezin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber hedefgirtina navendên xizmetê ji aliyê Tirkiyeyê ve êşa welatiyan zêdetir bûye. Ji ber hedefgirtina jêderên jiyanê yên sivîlan em xemgîn û bi fikar in. Civata navneteweyî li hember binpêkirina pîvan û qanûnên navneteweyî jî bêdeng e.”
NAVENDA NÛÇEYAN