Şandeya mamosteyan li Berlînê bû

Çarşem 21 Gulan 2025 - 03:10

Şandeya Yekitiya Mamosteyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Kongreya Navneteweyî ya Yekitiya Perwerdê ya Almanyayê ya ku vê hefteyê li paytexê Berlînê hatibû lidarxistin, beşdar bû. Di kongreyê de sendîkayên mamosteyên Ewropa, Afrîka, nûnerên ji Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û Başûrê Kurdistanê amade bûn. Ev kongre her 4 salan carekê li dar dikeve û 5 rojan didome. Di kongreyê de zehmetiyên perwerdehiyê li ser asta cîhanê tên nîqaşkirin û di dawiyê de rêveberiyeke nû ya yekitiyê tê hilbijartin. Di kongreyê de berdevka Têkiliyên Derve ya Yekitiya Mamosteyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Nesrîn Reşik di peyamekê de li ser zehmetiyên qada perwerdehiyê li herêmê axivî. Nesrîn diyar kir ku fon kêm e û reşa aborî xerab e, ji lew re hin mamoste pîşeya xwe terk dikin an jî li jêderên din ên debara xwe digerin.

Nesrîn Reşik anî ziman ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hişt ku perwerdehiya li hin deveran wekî Efrîn û Serêkaniyê bisekine û li deverên din jî dibistan ji bo koçberan bû wargeh. Nesrîn Reşik destnîşan kir ku li deverên di bin dagirkeriya çeteyan de hewldanên pêkanîna îdeolojiyên tundraw hatin kirin û got:"Di Yekitiya Mamosteyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zêdetirî 40 hezar endam hene. Ji wan 26 hezar jin in. Yekitî bi rêya peymanên bi saziyên tenduristî yên xwecihî re, alîkariya tenduristî û civakî pêşkêşî endamên xwe dike." Pergala perwerdehiyê ya li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xizmetê pêşkêşî zêdetirî 700 hezar şagirt û xwendekaran dike. Ew xwendekar di 5 hezaran dibistanan de bi cih bûne û bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî perwerde tê dayîn û li kêlek wê jî plan heye ku zimanê Ermenî bikeve meteryalê. Di dawiya peyama xwe de Nesrîn Reşik got divê piştgiriyeke navneteweyî were dayîn û got tevlîbûna Yekitiya Mamosteyan a beriya 2 sal û nîvan li nava sendîkayên perwerdê ya cîhanê, bi baweriya ku perwerde "berpirsiyariyeke cîhanî" ye, pêk hat.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.