Rêbertî çi gotibe îro ew pêk tê
Pêncşem 17 Tîrmeh 2025 - 03:35
Zekî Pirsûs ku sala 1998’an bi heyetekê ji Berlînê bi rê ket û serdana Rêber Apo kir, qala şahidî û çavdêriya xwe ya wê demê kir. Pirsûs têkildarî vê serdana dîrokî ku bi qasî meh û nîvekê dewam kir anî ziman ku naskirina rûbirû ya Rêber Apo bandoreke mezin li fêhmkirina sekn û fikrên wî kir û got:“Ji Berlînê bi heyetek ji pênc kesan em bi rê ketin. Wê demê ji Ewropayê û welatên cuda yên Ewropayê mirov diçûn hevdîtina Rêbertî. Ya rast me gelekî meraq dikir. Me nizanîbû ku bi fîgurekî dîrokî yê weke Birêz Ocalan çawa biaxivin, çawa bidin û bistînin, çawa têkiliyê dînin. Ji bo me tecrûbeyeke gelekî zehmet bû. Birêz Ocalan kesayetekî bi bandor bû ku mirov îqna dikir. Kî çû be gel Rêbertî, pê re axivî be îqna bûye. Di dema axaftinê de ji bo zextê li te neke li çavê mirovan nedihêrî, pirs dipirsî û bersivên şênber dida. Wê demê min fêhm kir ku tenê bi guhdarîkirina ji televîzyon an jî radyoyê nepêkan e ku mirov Ocalan fêhm bikin. Heta ku mirov wî nebîne, pê re neaxive, yekser têkiliyê pê re daneyne, nikarin wî bi rastî jî fêhm bike. Me bi hev re xwarin xwar, sohbet kir. Wê demê gelek kom dihatin serdana Rêbertî. Ez matmayî dimam ku ewqas mirovan çawa nas dike, çawa tê bîra wî. Bi rastî jî vegotina wî naqede; Rêbertî tenê bi dîtinê û jiyanê dikare bê fêhmkirin.” Zekî Pirsûs diyar kir ku hevdîtin ji taştêya sibehê destpê dikir û heta êvarê saet 3-4’an dewam dikir û got:“Germahiya hewayê dem bi dem digihîşt 45 pileyî, lê belê em ji axaftina wî têr nedibûn. Wê demê komên mêvan, rojnamevan, sefîrên bilind û di asta dewletê de heyet dihatin. Di nava rojeveke berfireh de rojê tenê 4-5 saetan dikarîbû razê.” Pirsûs destnîşan kir ku di heman demê de wan bi gelên li Efrîn û Qamişloyê re têkilî danîn, eleqe û baweriya bi Rêber Apo re gelekî zêde bû.
Ji kelecana wî tiştek kêm nebûye
Zekî Pirsûs anî ziman ku Rêber Apo yê sala 1993’an agirbesta yekalî ragihand, di sala 1998’an de heman xeta aştiyane dewam kir, di sala 2025’an de jî li ser heman helwestê ye û got:“Wê demê jî bi moral bû, bi wêrekî diaxivî. Beriya demeke kurt dîmenê wî hate weşandin. Di dîmen de hate dîtin, ku porên wî spî bû be jî şêweyê axaftina wî, kelecan û moralê wî weke berê ye. Ruhê wî weke roja destpêkê ye.” Pirsûs destnîşan kir ku ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ji bo wî jî gelekî bi wate û bi bandor bû û got:“Vê bangê hêvî da me. Dîrok û tecrûbeyeke têkoşînê ya ji 50 salî heye. Nirxandin û fikrên Rêbertî ji bo me diyarker in. Em ji fikrên Rêbertî bawer dikin. Ji ber ku di salên 90’î de çi gotibe îro ew pêk tê. Lewma divê mirov yekser pê re biaxivin, fikrên wî ji wî guhdarî bikin. Bi rêya medyayê fêhmkirin wê kêm bimîne. Bi destpêkirina vê pêvajoyê re zanim ku wê paşve gavê neavêjin. Ji ber ku bêçare man, lewma silav dan û dest bi pêvajoyê kirin. Eger em berpirsyariyên xwe bi cih bînin wê encamên erênî bi dest bikevin. Gelê Kurd wê di vê pêvajoyê de bi ser bikeve. Divê em bi karê xwe tevkariyê li vê serketinê bikin.”
ANF/BERLÎN