Hunermendê navdar ê Kurd Mîkaîl Aslan ragihand ku Zanîngeha Hunerê ya Berlînê ji biryara xwe ya cihnedana ji bo konserê vegeriya. Hunermendê Kurd Mîkaîl Aslan ragihandibû ku Zanîngeha Hunerê ya Berlînê (UdK) daxwaza wî ya konserê bi hinceta "siyasîbûnê" red kiriye.
Piştî bertekan, zanîngehê li biryara xwe nêrî û ragihand ku ev yek ji ber "şaşiyeke îdarî" bûye.
Hunermendê Dêrsimî diyar kiribû ku wî bi salan e li Elmanya û gelek bajarên Ewropayê bi sedan konser dane û helwesta destpêkê ya zanîngehê wekî "nayê qebûlkirin" nirxandibû. Mîkaîl Aslan dabû zanîn ku Nadda Tarabichiya berpirsa hola konseran a Zanîngeha Hunerê ya Berlînê bi rêya emailê ji wî re gotiye: "Derfet ji bo wan hunermendên ku dubendiyê çêdikin an pêwendiya wan bi aliyekî siyasî re heye, nîne."
Aslan ku hemwelatiyê Elmanyayê ye, anî ziman ku polîtîkayên "qedexekirin" û "sansurê" yên li Tirkiyeyê li hemberî hunermendan tên meşandin, li vir jî bi heman awayî pêk hatiye û berteka xwe wiha anî ziman: “Ez nûnerê çand û mîrateya Kurdî me. Ev bersiv sansur e, nayê qebûlkirin. Hunermend li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi gotinên, “Yên ku di salonên xwe de cih didin antîsemîtîzmê, muzîka Kurdî qedexe dikin. Ev nakokî ye” zanîngehê rexne kiribû.
NAVENDA NÛÇEYAN