Tirkiye aramiyê têk dibe

Şemî 3 Tîrmeh 2021 - 03:17

  • Bedran Çiya Kurd: Doza bingehîn a ku her kesî digihîne hev, şerê li dijî terorê û siyasetên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî ne. Dewleta Tirk siyaseta tirkkirinê li wan herêman dimeşîne. Her wiha bi awayekî sereke hewl dide çareseriya aloziya Sûriyê asteng bike.

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Swêdê bi rayedaran re li ser bûyerên vê dawiyê peyivîn. Rayedarên Swêdî di civîna bi şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rola ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de pê radibe, pîroz kir. Her du aliya bûyer û qewmînên li herêmê, bi taybetî sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî, nîqaş kirin. 

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li avahiya hikûmeta Swêdê ya li Stokholmê bi siyasetvan û dîplomatên Swêdî re civiya. Her du aliyan rêbazên têkoşîna li dijî DAIŞ´ê û misogerkirina ewlehiyê li herêmê, her wiha sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî, nîqaş kir.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewrûpayê Ebduselam Mistefa, endamê Daîreya Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Swêdê Şiyar Elî pêk hat. 

Heyet fermî hat pêşwazîkirin

Şandeya rêveberiyê ji aliyê serokê Komîteya Têkiliyan a Parlamena Swêdê Kenneth Forsland, serokê Komîteya Têkiliyan a Partiya Sosyalîst a Swêdê Anders Osterby, serokê Şaredariya Stokholmê Kader Kosogi, gerînendeya Balmanya Centerê Anna Sodertrum û endamê Komîteya Mafên Mirovan a Parlamena Swêdê Thomas Humberberry ve hat pêşwazîkirin.

Em fedakariyên we ji bîr nakin

Di civînê de berpirsê Komîteya Têkiliyan a Parlamena Swêdê Kenneth Forsland bixêrhatina şandeyê kir û got, “Em minetdarê têkiliya bi we re ne. Em fedakariyên we yên ji bo têkoşîna li dijî terorê û pêkanîna aramiyê ji bîr nakin. Pêwîstiya vî şerî bi kedên mezin û bêhempa heye. Hûn bi rola xwe rabûn."

Paşê her du aliyan qewmînên dawiyê yên li Sûriyê, û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim sûcên dewleta Tirk a dagirker nîqaş kirin. Her wiha her du aliyan pêwîstiya meşandina xebatan ji bo parastina ewlehiya herêmê piştrast kir. 

Mesele DAIŞ û dewleta Tirk in

Bedran Çiya Kurd di civînê de got, “Doza bingehîn a ku her kesî digihîne hev, şerê li dijî terorê û siyasetên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî ne, bi taybet li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Dewleta Tirk siyaseta tirkkirinê û guhertina demografîk li wan herêman dide meşandin. Ji bo wê şêniyên wê yên resen dide koçberkirin. Em hêvî dikin ku em bi hev re ji bo pêkanîna aştiyê û ewlehiyê ji şêniyên herêmê re kar bikin.”
Der barê rola nerênî ya dewleta Tirk li Sûriyê de Bedran Çiya Kurd got, “Dewleta Tirk bi rêya siyasetên xwe yên li herêmê, armanc dike Împaratoriya Osmanî vejîne, tevliheviyê, şerekî navxweyî derxe û ewlehiya li herêmê têk bibe. Her wiha bi awayekî sereke hewl dide çareseriya aloziya Sûriyê asteng bike.”

Tê payîn ku di çend rojên bê de şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana gelek welatên Ewrûpî bike û civînan bi şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li Ewrûpayê re li dar bixe.

STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.