Dinya divê li pişta Rojava be

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 9 Mijdar 2023 - 01:00

  • Di hevdîtina nûnerên Rêveberiya Xweser a li parlamena federal a Belçîkayê de parlamenterên Belçîkî gotin, “Lazim e tecrûbeya Rêveberiya Xweser bê parastin. Hêzên rojavayî qet nebe Enqereyê teşwîq bikin da ku siyaseta şer dewam neke.” 

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Belçîkayê hevdîtinên dîplomatîk dike. Şandeyê êrişên dewleta Tirk di van hevdîtinan de anîn rojevê. Parlamenterên Belçîkayî jî sûcên dewleta Tirk şermezar kirin.

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7´ê Mijdarê bi du parlamenterên Partiya Vlaams Belang a Belçîkayê re li avahiya Parlamena federal li Brukselê civiyan.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewrûpayê Ebdulkerîm Omer, hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Belçîkayê Hozan Ehmed pêk hat. Şandeya Belçîkayî jî ji Aline Samin û Joris De Vriendt pêk hat.

 

Alîkariya bi Rêveberiyê re şerê li dijî DAIŞ´ê ye

Di civînê de, Dr.Ebdulkerîm Omer bi kurtasî behsa tecrûbeya Rêveberiya Xweser kir û got, “Sala 2014’an Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî hate ragihandin. Ji wê demê ve ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî kar û xebatê dike. Rêzê li hember tevahî Sûriyeyiyan, hindikahî, bawerî û olan digire. Gelek girîng e ku di destûra nû ya Sûriyeyê de mafên jinan bê bihckirin mîna ku di hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser de hatiye kirin. Rêjeya tevlîbûna jinan di saziyên fermî de ji sedî 40 e.”

Ebdulkerîm Omer bal bire ser rola Rêveberiya Xweser di tinekirina DAIŞ`ê de di warê leşkerî de û got, “Şervanên QSD`ê ji bo tinekirina DAIŞ`ê li Baxozê sala 2018`an fedakariyên mezin kirin. Lê belê tinekirina DAIŞ`ê di aliyê leşkerî, ev rêxistina xeter bi temamî tine nekir. Bi hezaran hene ku li ser fikr û îdeolojiya wê ya tundraw perwerde dibin. Ji bo ku rê li pêşiya vegera DAIŞ`ê bê girtin, pêwîst e civaka navneteweyî berprisyariyên xwe bi cih bîne, alîkariyê û desteka pêwîst bide Rêveberiya Xweser.”

 

Êrişên li dijî deverên azad û deverên dagirkirî sûc in

Li ser biryara Rêveberiya Xweser a dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê jî Omer got, “Paşguhkirina bangewaziyên me yên têkildarî mijara dadgehkirina DAIŞ`ê ji aliyê navneteweyî ve hişt ku Rêveberiya Xweser biryara dadgehkirina çeteyan bi xwe bide.”

Her wiha Ebdulkerîm Omer îşaret bi êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker kir û wiha peyivî: “Hedefgirtina rasterast a binesaziyê bû sedema zirarên madî yên mezin li herêmê. Ji ber wê gelek navend ji xizmetê ketin. Bi milyonan welatî ji wan xizmetan mehrûm bûn. Her wiha bi dehan sivîlan canê xwe ji dest da.”

Omer destnîşan kir ku dewleta Tirk hemwextî êrişên rojane yên li dijî herêmê siyasetên xwe yên hovane li herêmên dagirkirî jî didomîne ku bi rêya koçberkirina xelkê xwecih ê herêmê demografiya wan herêman diguherîne, malbatên çeteyan û endamên komên tundraw ên mîna DAIŞ û Cebhet El Nusrayê lê bi cih dike.

 

Em bi we re ne

Parlamenter Aline Samin jî wiha nêrîna xwe derbarê rojevên civînê de parve kir: “Her kes dizane ku tinekirina DAIŞ`ê, gefeke ewlehiyê ya mezin li ser cîhanê bi dawî kir. Li ser vî esasî em tev de minetdarên we ne. Em piştrast dikin ku em ê piştgiriya we bikin. Em bang li civaka navneteweyî jî dikin da ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne, bi we re hevkar be da ku teror venegere, ewlehî û îstiqrara li herêmê hatiye bidestxistin, biparêze.”

Aline Samin wiha dirêjî da axaftina xwe: “Neheqiyeke berçav ji aliyê dewlet û hikûmetan ve heye ku bangewaziyên we di mijara DAIŞ`ê de paşguh dikin. Divê ev alî, rola Rêveberiya Xweser di tinekirina DAIŞ`ê de ji bîr nekin. Ji ber wê, divê aliyên têkildar bi taybetî yên rojavayî, tevde piştgiriya Rêveberiya Xweser û hewldanên wê yên avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo dadgehkirina DAIŞ`ê bikin. Vê tecrûbeyê biparêzin û di aliyê siyasî de nas bikin.”

Aline Samin di dawiyê de got: “Em sûcên Tirkiyeyê şermezar dikin. Hedefgirtina binesaziya herêmê ji aliyê wê ve li dijî qanûnên navneteweyî ye. Lê belê bêdengiyeke navneteweyî ya biguman li hember wê heye. Ti behaniyên van helwêstan tine ye. Qet nebe, dikarin bêjin, ew Enqereyê teşwîq dikin da ku siyaseta şer dewam neke.”

ANF/BRUKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.