Destketiyên şoreşê ne

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 14 Adar 2023 - 03:22

  • Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê li Swîsreyê di salvegera Raperîna 12’ê Adarê de, komeleya Rojava li bajarê Zurichê vekirin.

ERDOGAN ZAMÛR/ZURICH

Kurdistaniyên ji Rojavayê Kurdistanê yên li Swîsreyê, di salvegera Raperîna 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo de, komeleya Rojava vekirin û şehîd bibîranîn. Komele li bajarê Kloten ê girêdayî kantona Zûrîhê hat vekirin. Hevserokê Desteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Bedran Çiya Kurd, Abdulkerîm Omer, Hevseroka Konseya Kurd a Swîsre CDK-S’yê Selma Surer, Nûnerê Netewî yê Bethnahrîn ESU’yê Shleymun Elber Rhawî, Nûnerê PYD’ê yê Swîsreyê Alî Omer, Endamê Tevgera Ziman a Rojhilat Azad Rojhilat, nûnerê El Partî ya Rojava, PJAK’ê û gelek Kurdistanî tevlî vekirina komeleyê bûn.

Hevserokê Komeleyê Mahmûd Hisên, destnîşan kir ku komeleya hatiye damezirandin destketiyeke şoreşa Rojava ye û got;’’Me ev komele herî zêde ji bo zarokan vekir. Em hemû koçber in li vir. Zarokên me ziman û çanda xwe ya dayîkê ji bîr dikin. Em dixwazin pêşî li vê bigrin û ziman, çand û kevneşopa xwe veguhezînin cîlên nû.’’

Mala Kurdistaniyan hemûyan e

Ji bo vekirina komeleyê ji çar parçeyan Kurdistanî tevlî bûn. Di axaftinan de peyama yekîtiyê hate dayîn. Hevserokê Komeleyê Mahmûd Hisên qala hevgirtina di nava Kurdan de kir. Hisên got;’’Ev komeleya Rojava ye, lê bi tenê ya Kurdên Rojava nîne. Ev der mala Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê ye. Li Kurdistanê gelên din jî hene. Ev komele ya hemû gelên li Kurdistanê ye. Dema pêş em ê li komeleyê hem çalakiyan bikin, hem qursên ziman, sazê û şanoyê vekin. Em ê vê komeleyê bikin qada hevdîtinê ya hemû çandan."

Bernameyê bi jêkirina qurdeleyê ya zarokan destpêkir û destpêkê ji bo şehîdên 12’ê Adarê yên li Qamişlo û hemû şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin. Piştî ku bi navê Rêveberiya Komeleyê xelkê beşdar bûne hate silav kirin, Hevserokê Desteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Bedran Çiya Kurd axaftinek kir.

Bedran Çiya Kurd di bi bibîranîna şehîdên 12’ê Adarê û Kurdistanê dest bi axaftina xwe kir. Çiya Kurd destnîşan kir ku vekirina Komeleya Çandê ya Rojava ya di vê rojê de watedar e û got;’’Îro salvegera raperîna Qamişlo ye. Ev raperîn li hemberî înkar, tinekirin û zilmê bû. Ji bo vê tekoşînê ji Qamişlo heta Şamê heta Helebê, bi dehan şehîd hatin dayîn. Zemînê Şoreşa 19’ê Tîrmehê van şehîdan ava kirin. Destetiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya van şehîdan pêk hatin. Em şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. Şoreşa 12’ê Adarê destpêkir girîng bû. Îro ji bo me rojeke pîroz û binirx e.

Em ji qonaxeke dîrokî derbas dibin. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa hevpar a hemû gelên li herêmê ye. Destketiyên şoreşê destketiyên hemû gelên li herêmê ye û ji bo wê jî bi hevparî tê parastin û birêve birin. Divê hemû partî û rêxistin xwe xwediyê vê şoreşê bibînin û li gorî wê têbikoşin. Ev komele jî divê ji bo vê yekê bibe xwedî roleke girîng. Divê bibe mala hemû gelan.’’

Dijminahiya Kurdan her tiştî dide kirin

Bedran Çiya Kurd bal bire ser êrişên dewleta Tirk û destnîşan kir ku êrişên li dijî destketiyên li Rojava, bi dijwarî didome. Dewleta Tirk ti kes û hêz nîne ku li hemberî gelê Kurd pê re nekeve nava têkiliyan û qala têkîliyên bi rêveberiya Esed re pêş dixe kir. Ji bo destketiyên li Rojava tine bike, dixwaze bi rêveberiya Esed re têkîliyan pêş bixe. Dewleta Tirk li ser dijberiya Kurdan dixwaze bi herkesekê re têkîliyê deyne. Dixwaze herkesekê bike hevparê qirkirina Kurdan.

"Me di vê erdhejê de rûyê qirêj ê dewleta Tirk hîn eşkeretir dît. Alîkarî neda cihên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û bû sedem ku mirovên me di bin kavilan de ji serma bimirin. Hem alîkarî nekir, hem jî alîkariya xelkê asteng kir. Ev zihniyeta faşîst, li ser gelê me qirkirin pêkanî."

Piştî axaftina Çiya Kurd li sînevîzyona ji bo şehîdên 12’ê Adarê yên Qamişlo hatibû amadekirin, hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer, nûnerê ESU Shleymun Elber Rhawî, nûnerê PYD’ê yê Swîsreyê Alî Omer, bi navê PJAK, El Partî û Tevgera Ziman a Rojhilat axaftin hatin kirin. Çalakî bi gerandina govendê bidawî bû. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.