Şandeyek perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çûye serdana Elmanyayê û bi gelek aliyan re hevdîtinan dike.
Li ser vexwendina fermî ya Sendîkaya Perwerdekar û Zanyaran (GEW), şandeyeke perwerdeyê ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 6`ê Sibatê çû serdana Elmanyayê û dest bi hevdîtinên bi aliyên perwerdeyê û partiyên siyasî re kir.
Şande ji Hevseroka Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Reşk û Cihgira Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dîlber Yûsif pêk tê.
Endamên şandeyê bi rayedarên weqfa “Friedrich Ebert Stiftung”, parlamenterê Partiya Çep a Elmanyayê Andrej Hunko, du xebatkarên rojnameya Tagesspiegel, rayedarên Bezirksamt Friedrichshain-Kreuzberg a li Berlîn û rayedarên komeleya dêûbavên Kurd, Yekmalê re jî hevdîtin kirin.
Hevseroka Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Reşk têkildarî serdanê da zanîn ku serdana wan wê heta 22`ê Sibatê bidome.
Nesrîn diyar kir ku armanc ji serdanê ew e ku beşdarî kongreya 10`ê Sibatê bibin, ku dê GEW li dar bixe.
Nesrîn Reşk got, di hevdîtinan de pergala xwendinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa perwerdeyê li herêmê, astengiyên li pêş perwerdeyê û zirarên piştî erdhejê gihîştine dibistanan, nîqaş kirine û anî ziman ku wan aliyan soz daye ku dê agahiyên têkildarî wan ziraran bigihînin aliyên navneteweyî.
ANHA/BERLÎN