Şandeya Fransa li Rojava bû

Sêşem 11 Tîrmeh 2023 - 14:34

Şandeyeke Fransî serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got ew piştgiriya projeya demokratîk a rêveberiyê dike.

Li gorî ku nivîsgeha ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe parve kiriye, şande ji nivîskarê Fransî û pisporê kar û barên Kurdî û navneteweyî Patrice Franceschi, nivîskarê Fransî François-Henri Désérable, nivîskar û çalakvana mafên mirovan Zeyneb El Xezwî pêk hat.

Şande ji aliyê Desteya Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat pêşiwazîkirin.

Her du aliyan, astengiyên li pêşiya rêveberiyê, beyannameya wê ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û encamên erênî yên ku bi dest xistine, gotubêj kirin.

Di dawiya serdanê de, şandeyê piştgiriya xwe bi projeya demokratîk a rêveberiyê re anî ziman ku armanc dike jiyaneke hevbeş di navbera pêkhateyan de pêk bîne. Her wiha şandeyê piştgiriya berdewamiya sekna li hember terorê destnîşan kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.