Partiyan xwest DYE cidîtir be
Şemî 3 Îlon 2022 - 05:29
Nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re civiyan û diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ewlehî û îstîqrara herêmê dikin hedef. Nûnerên partiyan xwest nûnerên herêmê di civînên navneteweyî yên têkildarî Sûriyê de cih bigirin û civaka navneteweyî li hember vê yekê xwedî helwêsteke zelal be.
Duh şandeyeke partiyên siyasî yên Bakur û Rojilatê Sûriyê bi serokatiya Emced Osman bi nûnerê bilind ê rêveberiya DYE´yê yê taybet bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger re civiya.
Şandeya partiyan ji Emced Osman (Tevgera Çeksazî-Sûrî), Sîham Dawûd (Partiya Sûriya Pêşerojê), Erîfa Bekir (Partiya Yekitiya Demokratîk), Ekrem El Mehşûş (Partiya Muhafezekaran), Senherîb Bersûm (Partiya Yekitiya Suryan) û Mizgîn Zêdan (Tevgera Guhartinê) pêk hat.
Nûnerên partiyên siyasî ji nûnerê DYE’yê re behsa hestiyariya pêvajoya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî zêdebûna êrişên dagirkeriya Tirk ên bejahî û asîmanî kir û got, di van êrişan de fermandar, şervanên QSD’ê, kesayetên siyasî û sivîl dibin hedef.
Nûnerên partiyan got, ev êriş ewlehî û îstîqrara li herêmê xira dikin û li pêş geşkirin û xizmetên li herêmê jî asteng in.
Hindik destekê didin rêveberiyê
Desteka kêm a ji Rêveberiya Xweser re û dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser ji civînên Cenevreyê jî hatin nîqaşkirin û nûneran got, divê helwêsteke navneteweyî ya cidî li ser mijarê hebe.
Partiyan behsa kampa Holê û rola hêzên navneteweyî di çareserkirina pirsgirêkê de kir ku tenê barên wê Rêveberiya Xweser hildigire û ji wê zêdetir jî krîzeke rasteqîn li hember kampên li herêma Şehbayê heye ku tê de bi hezaran koçberên ji Efrînê hene.
Piştevanî wê dewam bike
Nûnerê DYE’yê Nicholas Granger jî li ser giringiya vê hevdîtinê got, hebûna nûnertiyeke mezin a DYE´yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, teqeziyê bi cidiyeta DYE’yê di destekdayîna herêmê û hewlên mayîndekirina aramî û îstiqrarê de nîşan dide. Wî her wiha got, hebûna Koalîsyona Navneteweyî bi serkêşiya DYE’yê li herêmê û piştevaniya aborî û siyasî ji bo herêmê wê bidome.
Nicholas Granger îşaret bi girîngiya çareseriya siyasî ya krîza li Sûriyê kir û got DYE´yê bi peyaman êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Li kêleka wê jî bi civaka navneteweyî re dixebite ku pirsgirêka kampa Holê çareser bike û bang li dewletan kir da ku welatiyên xwe vegerînin.
ANHA/HESEKÊ