“Zimanê Kurdî” bi zarokan xweş e

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 11 Gulan 2022 - 21:09

  • Di çarçoveya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li navçeya Amedê Bismilê, ji bo zarokan bernameyeke ziman û çandê hat lidarxistin.   

Di çarçoveya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li navçeya Amedê Bismilê, ji bo zarokan bernameyeke ziman û çandê hat lidarxistin.   

Çalakiyên bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî tên lidarxistin, dewam dikin.

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê, MA Muzîkê li taxa Seyrantepe ya Bismilê bername li dar xist. 

Destpêkê bi erbaneyan meş hat lidarxistin û piştre jî alfebaya Kurdî fêrî zarokên taxê kirin. Dûre jî serûçavê zarokan hat boyaxkirin û resm hatin xêzkirin. Zarokan, li ser cawekî spî tiştên ku xeyal dikin, xêz kirin. 

Her wiha ritma muzîkê jî fêrî zarokan hat kirin û zarokan bi hev re strana Aram Tîgran a "Zimanê Kurdî" got. 

Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.