- Bi taybetî dixwazim vê bêjim; wisa xuya dike ku sazî û dezgeh, bi awayên berê, bi pratîka berê didomînin kar û xebatên xwe; ger em wisa bidomînin, em ê nikaribin bi pêngavan bi pêş ve biçin; ji ber ku ew rê û rêbazên berê ji alî sîstema dewletê û sîstema mêtingeriyê ve hatine qulkirin û kêmbandorkirin.
MIHEME PORGEBOL
Îro 15’ê Gulanê ye. Ev roj ji ber ku salvegera derçuyîna hejmara ewil a kovara Hawarê ye weke cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Zimanê Kurdî, weke zimaneke bindest, ji aliyê dewletên serdest û kiryarên wan ên tundî û êrîşkar ve bi sed salane tê astengkirin. Dîsa jî civaka Kurd geh bi sekna gel, geh bi saya polîtîkayên xurt ên navxweyî, geh jî bi saya hewldanên hunermend, wêjekar û aktîvîstên ziman li ber xwe da û zimanê xwe gihand roja îro. Lê tundî û êrîşên asîmilasyonîst ên serdestan nesekinîn. Yanê zimanê Kurdî hê jî bi xetereyan re rû bi rû ye û ji bo ev xetere belav bibe pêdivî bi hişmendiyek rasteqîn û xebatên cidî heye. Me jî bi nivîskar Dr. Dilawer Zeraq re li ser hişmendiya zimanî û xebatên ku di warê ziman de dikarîn bêne kirin sohbetek kir.
Di salên dawî de xwedêgiravî xweyîderketinek mezin li ziman heye lê îstatîstîk jî nişan didin ku bikaranîna zimanê Kurdî her diçe xirabtir dibe. Tu li ser vê nakokiyê dikarî çi bibêjî? Sedem çi ye?
Sedema ku “xweyîlêderketina mezin” di îstatîstîkan de bi awayekî xerabtir dide der ew e ku têgiha “xweyîlêderketinê” wekî slogan tê bikaranîn û pratîka wê jî berteng dimîne. Ev yek hinek jî ji ber naverok û çarçoveya ku têgiha “xweyîlêderketinê” tê de dihewe, diqewime; di vê gotinê de, peyva “xweyî”, ziman dike mîna tiştekî ku mirov dibe xweyiyê wî. Yanê, tiştekî wisa ku hewcetiya wî bi me heye. Lê belê, ji bo ku hebe hewcetiya ziman bi me tune, ji bo ku em hebin hewcetiya me bi ziman heye. Ji ber feraseta min behs jê kir, hezkirineke têra xwe ji bo zimên çênabe. Hezkirina ku ez behs jê dikim, ne di dil de, lê di hiş û ruh de çêdibe, li wir geşe dide xwe û dipije; û dibe parçeyekî giring, beşeke bivênevê ya hebûna mirovê Kurd. Nakokiya ku li rastê ye, ji ber vê hezkirina berteng, kêmwate, kêmpratîk û ne-navoyîkirî (non-internalized) ye. Her wisa, awayê pêwendîdanîna bi zimên re jî bi roleke diyarker radibe û gelek tiştan datîne ber me. Pêwendiya me ya bi zimanê me re, ne tu pêwendî ye. Em wisa ji rû ve û bi balanêrî pêwendî datînin bi zimên re; bi vî awayî jî, berî ku serdest zimanê me kêm bixin, em bi xwe, -li şûna ku wî navoyî bikin û bikin yên xwe- zimanê xwe li ba xwe “bêhêz” dikin. Wekî dongî, li hemberî zimanê serdest û pêkanîn û navgînên (amrazên) asîmîlasyonê, em jî zimanê me jî, ji hêza xwe dikevin û ji me re dimîne, slogan û qîjîna bêreh û fûrek.
Gelo ji bo ku bi Kurdan re hişekî zimanî ya ji hezkirin û sloganê dûr were avakirin, divê rê û rêbazên çawa werin bicîanîn?
“Hişê zimanî”, ev çend sal ez li ser vê têgihê disekinim da ku wê li ser hîmeke saxlem daynim û naveroka wê diyar bikim. Belê, ji bo avabûna hişekî û hişmendiyeke zimanî, serê pêşîn pêwîst e em gotinên xwe wekî têgihan ava bikin û wan biqulibînin ser bêjarê (discourse). Gava gotinên me yên li ser zimanê me li me bibin têgih, wê gavê em ê asta pêwendiya xwe ya bi zimanê xwe re bilindtir bikin; em ê pileya wê astê ji dil, dev û guh bigihînin ser pileya hiş û mêjî. Gava em karibin têgih û bêjarên xwe yên der heqê zimanê xwe de, li ser hiş û mêjî binirxînin, li serê bifikirin û di wê astê de çalak bikin, hingê wê hişê me bibe warê zimanê me jî.
Ji bo bicîanîna vê yekê, serê pêşîn ‘hayjêbûneke zimanî’ pêwîst e. Hayjêbûneke zimanî ya wisa ku duzimaniyê di çarçoveya ‘zimanê ku ji bo demê têrnekir e, ne yê fermî û zanistê ye’ de tênagihîje. Kesê Kurd, yê ku em fereza hebûna wî dikin, her çend zimanê wî bindest, bêparhêlayî û berbendkirî be jî, bi vê hayjêbûna pêwîst û lixweşiyar, asta zimanê xwe digihîne pileya hişê xwe û di çalakiyên hiş û hişmendiyê de par û roleke zêde dide zimanê xwe. Gava kesê Kurd yê ferezakirî pêwendiyeke bi vî rengî ya lêşiyariyê bi zimanê xwe re dayne, hingê ew ê bi zimanê xwe, li ser têgih û bêjarên jiyanê û zanînê jî bifikire. Kesê Kurd, çi qas li ser zimanê xwe bifikire û di çêja wî ya çalakiya hişî bigihîje, wê ew qas jî ji zimanê xwe hez bike; wê hingê ew ê hezkirina Kurdan ya zimanê xwe ji hezkirina dilînî xurttir û astbilindtir be û ew ê bibe hezkirina li ser hiş û dil avabûyî û êdî kes nikare takekesê Kurd asîmîle bike; ji wê qonaxê şûnde, takekesê Kurd, li zimanê xwe şiyar e, jêhay e, pê jiyanê saz dike, digel wê jî duzimanî ye, sêzimanî ye û hemû zimanên ji bilî zimanê wî xizmetkar in ji bo xurtkirina zimanê wî.
Roja îro, li bakur, gelek Kurd hene ku pêwendiyeke bi vî rengî bi zimanê xwe re danîne û pêwîst e bi rê û rêbazên dîtir yên gelemperî, çalakiyên zimanî û wêjeyî û polîtîkayên siyasî yên nû werin danîn da ku gel jî, pey der pey, wekî gelek Kurdên ku min behs ji wan kir, bala xwe bide ser zimanê xwe.