Piştî 107 salan bi Ermenkî

Nûçeyên Jin

În 16 Îlon 2022 - 21:03

  • Berpirsa Yekîtiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enahîd Qesebiyan: “Ev 107 sal in em ji mafên xwe hatine bêpar kirin, zimanê me hatiye winda kirin lê bi pêkanîna bendên Heypeymana Civakî îro em bersivek xurt didin û em dibêjin ti kes nikare hebûna me tine bike.”

25 mamosteyên zimanê Ermenî yên bi pêşengiya Meclîsa Civaka Ermenî ya kantona Hesekê li ser bingeha fêrkirina zimanê Ermenî perwerde didîtin, perwerdeya xwe birin serî. Ew niha ji bo dayîna dersan hazir in.

Beriya 3 mehan Meclisa Civaka Ermen a kantona Hesekê dewreyek perwerdeyê bi armanca avakirina mamosteyên pispor dest pê kir, da ku bi rengekî fermî derbasî dibistanan bibin. Rêvberiya Xweser li gorî bendên Hevpeymana Civakî ji meclisa Ermen xwest ku kadroyên pispor derbasî dibistanan bibin û xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin. Dewreya perwerdeya mamosteyên zimanê Ermenî bi şahiyekê bi dawî bû.

‘Gaveke pîroz û serketî ye’

Şahî li taxa Nasra ya bajarê Hesekê bi deqeyek rêzgirtin des pê kir û paşê Endama Meclisa Civaka Ermen Kohar Cexedoryan peyivî û got: “Em vê gavê piroz û serketî dibînin. Ji ber ku xwedî derketina li zimanê dayikê xwedî derketina li nasname û hebûna gelan e. Yê ku zimanê dayika xwe nizanibe ew kes windayî ye û bê nasname ye. Ji bo wê îro em xwedî li nasnameya xwe derdikevin.”

‘Yek ji destkeftiyên 
Şoreşa Rojava ye’

Hevserokê Meclisa Civaka Ermen a kantona Hesekê Îmad Titryan da zanîn ku erka Meclisa Civaka Ermenî xwedîderketina li nirxê şoreşê ye û wiha axivî:  “Ev gava ku em davêjin û xwedîderketina li zimanê dayikê yek ji deskeftiyên Şoreşa Rojava ye. Bi saya Hevpeymana Civakî em dighîjin mafê xwe. Derbaskirina zimanê Ermenî di dibistanan de yek ji pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî ye. Em bi zimanê xwe hene û em ê hebûna xwe bi xwedîderketina li zimanê dayikê biparêzin.”

‘Jin xwedî li ziman derdikevin’

Endama Qomîteya jin a meclisa Civaka Ermen Anûş Titryan jî diyar kir ku xwedîderketina li zimanê dayikê xwedî derketina li nirx û keda jinê a bi hezaran salan e û wiha pê de çû: “Yên ku xwedî li ziman derdikevin jin in û yên ziman diparêzin jî jin in, lewma erka her jinekê ye ku di warê perwerdehiyê de bixebite. Em ê bi hev re bi ruhê yekîtiya gelan, zimanê xwe biparêzin."

Afirandina nifşekî azad

Mamosteya Zimanê Ermenî Losîn Erdemyan spasiya Rêvberiya Xweser kir û got: "Dewreya ku me dabû destpêkirin ji 25 mamosteyan pêk dihat, hemû jî serkeftî ne û xwedî bingehek xurt in. Armanca me ya sereke ewe ku em mamosteyên pispor perwerde bikin da ku ev mamoste karibin nifşekî azad biafirînin.”

‘Bersiva komkujiya 1915’an e’

Berpirsa Yekîtiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enahîd Qesebiyan destnîşan kir ku xwedîderketina li zimanê dayikê bersiva komkujiya 1915’an e û wiha peyivî: "Ev 107 sal in em ji mafên xwe hatine bêpar kirin, zimanê me hatiye winda kirin lê bi pêkanîna bendên Heypeymana Civakî îro em bersivek xurt didin û em dibêjin ti kes nikare hebûna me tine bike. Her pêkhate bi ziman, çand û nasnameya xwe heye.”

Herî dawî mamosteya zimanê Ermenî Losîn Erdemyan, endamê Meclisa Sûriya Demokatîk Ezher Ehmed û Hevserokê Meclisa Civaka Ermen Îmad Titryan bawernameyê serketinê li mamosteyan belav kir. 

Şahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû. n

JINHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.