Peykerên estetîk û helbesta tevgerê

Nûçeyên Çand/Huner

În 31 Çile 2025 - 00:51

Ji bo hunermenda Ermen Karen Akhikyan têl ne tiştekî ji rêzê, hişk û statik e. Di destê vê hunermendê de têl divezile û diguhere tiştekî din. Ew bi têlan peykerên dînamîk ango xwedî tevger çêdike. Ew xwe bi xwe fêrî vî karî bûye û bi wextê re jî ji bo peykerên xwe yên dînamîk formekê ava kiriye.

Karen Akhikyan di peykerên xwe de tevger, hêz û hezê derdixe pêş. Yanî van mefhûman bi saya van peykeran şênber nîşanî bîneran dide. Weke nimûne peykerê wê yê bi navê “Grace in Bloom” çawa ku rabe dansê hatiye teswîrkirin. Cilên li ser peyker bi rêk û pêk hatine tewandin û ev yek nîşan dide ku di teswîrkirina peykeran de Karen Akhikyan xwedî behreyeke serketî ye.

Mirov dikare ji bo van peykeran nirxandineke bi vî rengî jî bike; dengeyên xweşik hatine eyarkirin. Yanî di peykerên wê de hevsengiyeke xweşik a estetîk heye û çavê mirov bi vê estetîkê têr dibe. Nihêrîna me ya li peykeran bi vî awayî diguherîne û forma xwe bi bîner dide qebûlkirin bêyî ku zorê lê bike. 

Karen Akhikyan dide zanîn ku ev peyker xwe dispêrên hest û arezûya genetîk a destpêka jiyana wê. Axir ev peyker an jî fîgûrên wê weke helbestan xwedî hest û hestiyar in. Mirov gava li wan dinihêre bê hemd ji wan hez dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.