Bi formên cûda peykerên balkêş

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Cotmeh 2025 - 00:29

Gava En Iwamura di studyoya xwe de dixebite zeman weke avê diherike. Ew bi vê yekê bawere ku peykerên wî yên seramîk pirrî caran encama prtakîkeke jixweberî ne. Ew li Shigaraki dijî û bi wextê re gelek peykerên xweşik çêkirine ku her yek bi formekî cûda ye û gelekî jî balkêş in.

En Iwamura li ser malzemeyên ku di karê xwe de bikartîne dibêje; "Bi kaxez, medyaya dîjîtal, qûm, dar, metal û seramîk, ez her gav hewl didim ku fêm bikim ka ez çawa dikarim wekî hunermendek û kesek ku hez dike hunerê çêbike bilîzim û bi wan re têkilî daynim. Ji bo min, tiştê herî girîng di studyoyê de ev e ku ez dikarim kêfê ji tiştê ku ez dikim werbigirim an jî li ser wê bisekinim. Dema ku ez dikarim kêfê jê bistînim, dema min li studyoyê zû û xweş derbas dibe."

Wekî mirovên kevnar tevdigere

Eger estetîka wî ya eksentrîk û balkêş nîşaneyek be, divê Iwamura pir caran ji pêvajoya wî ya afirîner kêfê werbigire. Wekî temaşevan, hevdîtina bi karên wî re jî bi heman rengî xweş e, ku mijûlbûna bi van tiştan re ji bo demên dirêjtir hemî xêzên wan ên veşartî û rengvedanên wan ên dewlemend eşkere dike. Bêdemîyek heye di van hûrguliyan de û mirov div an karên wî de demên kevnar hîs dike. Ev taybetmendî bi piranî bi saya zimanê dîtbarî yê rasterast ê Iwamura ye. Iwamura wiha dewam dike; "Ez teknîkên herî bingehîn û hêsan bi seramîkê re bikar tînim. Min ti amûrên taybetî an rêbazên veşartî nînin. Ez tenê heman tiştî wekî mirovên kevnar dikim. Dema ku ez karê xwe cara yekem ji dûr ve dibînim, ez dest pê dikim ku van peykeran wekî berhemên nenas ên ku ji hêla kesek an çandek nenas ve hatine çêkirin bifikirin."

Bêyî plan dest bi xebatê dike

Ji bo Iwamura, peykersazî bi awayekî xwezayî û di kêliyê de derdikeve holê. Her wiha ew bi tevgerên wî bi xwe jî parçayekî karê hilberîna van peykaran in. Gava mirov bala xwe dide pêşangeha wî solo a bi navê “Mask” ku li Ross+Kramer vekiriye, mirov balkêşiya fîgûrên wî çêtir nas dike. Hunermend wiha rave dike;  "Ji ber ku tiştê ku ez dikim sade û asayî ye, ez dikarim mîna xêzkirinekê bi peykeran bilîzim û biafirînim. Bi gelemperî berî ku ez biçim ser kîl, xêzek an planek min tune. Şêwe di pêvajoya avakirinê de xuya dibe, bi xêzekê dest pê dike û berfireh dibe heta ku ez formê peyda dikim."

Ji malbat û hunermendan îlhamê girtiye

Rehetî û nermbûn her tim ji bo Iwamura girîng bûne. Axir, ew dibêje ku ew di dema mezinbûna xwe de ji hêla dê û bavê xwe û hevalên wan ên hunermend ve pir bandor bûye, û wan wekî "komîk" û “zana” bi nav dike. Iwamura dibêje, "Ez û xwişk û birayên xwe me ji serdana galeriyan, mûzeyan û pêşangehên dê û bavê xwe an jî hevalên wan hez dikir. Ji bo min, pir xwezayî bû ku ez ji wan, ji van hemû hunermendên baş, îlhamê bigirim."

Derbarê çawaniya dîtina Iwamura li ser karê xwe de: "Hûn dikarin hîs bikin ku hunera min şirîn, tirsnak, nas, nenas, kêfxweş, bêzar, an gelek hestên din ên dijber e. Ew berhevdan yek ji wan tiştan e ku ez bi rastî dixwazim bi dest bixim û pê bilîzim."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.