Em li ‘nêrîneke nû’ digerin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 19 Tîrmeh 2025 - 00:33

Xelatên Akutagawa û Naoki yên ku her sal li Japonyayê tên dayîn îsal bê xwedî man ango nehatin belavkirin. Ev her du xelat li ser navê Ryūnosuke Akutagawa ku wekî "bavê çîrokên kurt ên Japonî" tê nasîn û nivîskarê romanê Naoki Sanjugo tên dayîn.

Cemiyeta "Bungaku Şinkoo" ku pêşengiya nasandina wêjeya Japonî dike, derbarê Xelatên Akutagawa û Naoki yên 173’an de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Komîteya hilbijartinê di 16’ê Tîrmehê de li paytext Tokyo civiya û biryar da ku berhemek ji bo xelatê ne guncaw e."

Li gorî ajansa fermî ya Kyodo, ji sala 1998’an û vir ve cara yekem e ku nivîskarek û berhemek xelatên wêjeyî yên bi prestîj ên neteweyî bi dest nexe. Endama Komîteya Hilbijartinê Kawakami Hiromi, ku bangî namzedan kir ku "cehda zêdetir" nîşan bidin, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di berhemên namzed de hêmanên balkêş hene, lê ti yek ji wan di asta hilbijartinê de nebû.

Kawakami diyar kir ku ew li berhemên ku "nêrîneke nû" tînin wêjeyê digerin û got ku di dengdana di navbera 2 ji 4 namzedan de ti yek ji wan piraniyê bi dest nexist. Kawakami ragihand ku ji ber ku xelat nehate dayîn ew "gelekî xemgîn" in û daxwaz kir ku namzed hewldaneke zêde nîşan bidin.

Xelat; Milyonek Yen

Li gorî televîzyona dewletê NHK, Cemiyeta "Bungaku Şinkoo" ji sala 1935’an û vir ve bi "Xelatên Akutagawa û Naoki" berhemên wêjeyî yên populer diyar dike. Nivîskarên Japonî yên ku xelatên bi navên "Akutagawa Ryunosuke" û "Naoki Sanjugo" bi dest dixin, 1 mîlyon yen (6 hezar û 700 dolar) werdigirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.