Hunermendê Meksîkayî Gabriel Orozco qederê 40 sal in li ser hunerê hûr dibe û li maneya afirîneriya hunerî dikole. Ev lêhûrbûnên wî tenê li ser afirandinên hunerî me serewext nakin her wiha ev fikr û raman çawa bi gewde dibin û bi dinyaya heyî re têkiliyên çawa datînin jî şirove dike.
Gabriel Orozco bi xebatên xwe yên hunerî hewl dide têkiliya di navbera huner û tiştên din de şêlû bike. Pêşangeha wî ya li Mexico City a nû ya bi navê “Gabriel Orozco: Politécnico Nacional” disiplîn û stratejiya wî ya di vî warî de nîşan dide. A rast ev retrospektîfeke û hema bêje hemû berhemên wî hene di vê pêşangehê de. Ew bi vê pêşangehê balê dibe ser rêwîtiya xwe ya hunerî, teknîk û formên ku di hunerêde bikaraniye.
Gabriel Orozco ji bo pêşangeha xwe dibêje; “Heya ji min tê bi têgihiştinên nû li meseleyan dinihêrim. Gelek tişt tevlîhev bûne û ez weke ku her tişt nû bin bi mijaran dadikevim. Ev pêşangeh jî veguherîna karên min nişan dide. Ji bo karên min ên nûjen û her wiha berhemên min ên berê werin fam kirin ev pêşangeh derket holê.”
Kuratorê pêşangehê Briony Fer jî ji bo pêşangehê got; “Ji teknîkên wî yên hunerî bêhtir têkiliya ku di navbera berheman de ava dike muhim in. Ew têkiliyên nû ava dike û bi van têkiliyan tevlîheviyekê jî derdixe holê. Dikarim bibêjim ku nihêrîna me ya heyî ya li tiştan serobino dike û nihêrînên nûtir raberî me dike.”
NAVENDA NÛÇEYAN