‘Xewn’a Frîda Kahloyê hate firotin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 26 Mijdar 2025 - 00:50

Tabloya hunermenda navdar a Meksîkayî Frida Kahloyê ya ku sala 1940î çêkiriye di mezadekê de bi 54,7 milyon dolaran hat firotin. Bi vê yekê bû berhema hunerî ya herî biha ya hunermendeke jin ku heta niha di mezadekê de hatiye firotin.

Tabloya ku bi navê “El sueño (la cama)/Xewn (Nivîn)” tê naskirin, tê de Frida li ser nivînekê û di nav ewan de razaye û li ser nivînê skeletek xuya dike. Firotina tabloyê ya li Sotheby'sa New Yorkê, tenê rekora berhema herî biha ya hunermendeke jin neşikand, di heman demê de rekora Fridayê ya bi xwe jî şikand.

Her wiha berhema herî biha ya hunermendeke ji Amerîkaya Latîn e. Ev destkefta cîhanî ji bo şêniyên herêma Coyoacanê ya Meksîkayê bûye cihê şanaziyê ku warê Frida Kahloyê ye. Şêniya herêmê Maria Luisa Martinezê got: "Frida gelekî mezin bûye û nav û dengê wê gihîştiye asteke cîhanî. Ji bo me Frida çavkaniya şanaziyê ye."

Tablo yek ji wan berhemên kêm ên Frida Kahloyê ye ku li derveyî Meksîkayê di destê kesên taybet de ye, ji ber ku li gorî yasaya Meksîkayê, berhemên wê Frida Kahloyê yên ku li Meksîkayê ne wekî "çavkaniya hunerî" hatine pênasekirin û rê nayê dayîn ku ji bo derve werin firotin yan werin tunekirin.

Heta niha nasnameyên kiryar û firoşkarên tabloyê nehatine eşkerekirin.

Frida Kahlo bi wê yekê tê naskirin ku bûyerên jiyana xwe bi awayekî zindî xêz kirine, bi taybetî piştî ku di 18 saliya xwe de qezayeke trafîkê kir û ji ber wê êşeke wê ya zêde ya piştê hebû.

Frida Kahlo sala 1954an di 47 saliya xwe de koça dawî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.