- Înas al-Bedran, ji tercûbeya xwe ya zehmet a penceşêra memikê îlham girt û ji bo piştgiriya derûnî ya bi jinên ku bi nexweşîna penceşêra memikê ketine, înîsiyatîfa bi navê “Dozek Hêvî” ava kir.
Hinek jinên bi nexweşiya dijwar a mîna penceşêrê re rû bi ru dimînin, li şûna tirsê hêvî û li şûna qelsbûnê jî hêzê hildibijêrin. Ev çîroka Înas al-Bedran a ku xwediya înîsiyatîfa bi navê "Dozek Hêviyê" ku ji êşek takakesî veguherî hewldanek erênî û hêvî û başbûnê tûşî jinan dike ye.
Înas al-Bedran a ji Besrayê û damezrînera însiyatîfa "Dozek Hêvî” ye, behsa tercûbeya xwe ya nexweşiya penceşêra memikê kir. Înas al-Bedran, ji bo rakirina tumorê emeliyat bû û piştre şeş mehan pêvajoya dijwar a kemoterapiyê derbas kir. Înas, ev pêvajo mîna pêvajoya herî dijwar û têkoşîna jiyana xwe bi nav kir û wina vegot: "Ji bo min têkoşîna herî mezin, ne tenê dijderketina nexweşiyê bû. Qebûlkirina fikra rakirina perçeyek ji bedana min û jiyankirina bi vê yekê re jî bû. Ji nû ve derketina porê min, ji nû ve zindîbûna laşê an jî ne li benda vegera karê xwe bûm. Ev emeliyat, biryara hêrî zehmet a jiyana min bû.”
Înas destnîşan kir ku di vê pêvajoya zehmet de dayika wê piştgiriyek mezin daye wê û wiha got: "Ez gelek deyndarê dayika xwe me. Stûna hêza min ew bû. Ji bilî wê tu kesê min tunebû. Dayika min, hêza min a herî mezin e.”
Înas al-Bedran, da zanîn fikra “Dozek Hêvî” tercûbeya wê ya kesane ye û wiha got: “Dema ku ez ê dest bî kemoterapiyê bikim, ez tirsek mezin jiyam û ev înîsiyatîf hat bîra min. Ez ji bandorên fîzîkî û derûnî gelek ditirsiyam. Piştre ez fikirîm; ger ew doz ji min re şansa jiyanê bide, çima ez nêrîna xwe ya li dijî wê neguherînim? Min biryar da ku li şûna ‘doza kemoterapiyê’ jê re bêjim ‘Dozek Hêvî’. Bi saya vê yekê barê tirsa min sivik bû û min xwe bi hêviyê ve girêda.”
Di dema doza ewil de, gotinên xweş û hêvîdar ên hemşîreya ket hundir, wê rihet kir. Wê demê ferq kir ku jinên ji penceşêrê rizgar dibin, ji jinên din re dibin hêvî. Gotinên wan ên tijî hêvî, ji bo Înas bû hêza domandina dermankirina xwe. Înas, destnîşan kir ku parvekirina tercûbeyên başbûnê, ne tenê çîrokên kesane ye; di heman demê de peyama rizgarkirina jiyanên din e. Înas got ku lewma, 'Dozek Hêvî' bi armanca mîsogerkirina piştgirî û hêviya rasteqîn a ji bo jinên nexweşên penceşêrê ava bûye.
Armanca destpêkê ya Înas, agahdarkirina jinan a têkildarî penceşêra memikê û teşwîqkirina ji bo teşhîşa zû bû. Înas al-Bedran, piştre bi navê “Ji kesên xwedî tecrûbe bipirse’ însiyatîfek duyemîn da destpêkirin. Di vê înîsiyatifê de jinên ku ji penceşêrê rizgar bûnê an jî di pêvajoya başbûnê de ne, tercûbeyên xwe parve dikin û ji bo nexweşên nû dibin hêvî.
Înas al-Bedran piştî bersivek erênî, plan dike ku ji bo jinan semînerên perwerdehî, civîn û danişînên agahdarkirinê yên serhêl organîze bike. Peyama bingehîn a înîsiyatîfê ev e: "Nexweşî çiqas hovane be jî, pêkan e ku bi hêz û îradeyê re mirov derbas bike û baş bibe."
NÛJINHA/IRAQ/RECAA HEMÎD REŞÎD