Seîdê Îbo ku weke bijîşkekê çê û helbestvanekî azadîxwaz dihat zanîn di sala 1991’an de li Êrîvanê hate kuştin. Tevî ku gelek serketiyan bi dest xistibû û bûbû profesor jî wî ti carî dev ji nivîsandina bi Kurmancî berneda û gelek berhem nivîsandin ji bo xelkê xwe.
Seîdê Îbo an jî Seîdê Rizgo Îboyan ku weke Kurdekî welatparêz tê zanîn, ji bilî karê xwe yê esasî ango bijîşkiyê, helbestên bi Kurdî jî nivîsandin. Ew di 8’ê Gulana 1924’an de li gundê Qarxûna Jorîn ê Êrîvanê ji dayîk bûye. Ew di malake gelek nefs de hatiye dinyayê. Ji ber di êvarên payîzê de li odeya bavê wî Rizgoyê Îbo gelek kes kom dibûn û çîrok digotin, Seîdê Îbo jî bi van çîrokên cimaeta xwe mezin bû û di temenekî piçûk de hay ji çand û folklora Kurdan çêbû.
Seîdê Îbo hîna neh salî ye bavê wî Rizgoyê Îbo dimire û hemû zarok (sê keç û 6 jî kur) dimînin di stûyê Hîca Evdo ya diya wî de. Ji bo debara malbatê bibe, Seîdê Îbo jî şivantiyê dike lê dev ji dibistana xwe jî bernade, ji lewma ew di dibistanê de yekî jêhatî û serketî ye. Heta, wî dibistan bi dîplomaya sor qedandiye û gelek xelatên wî yên serketinê ku li ser navê Lenîn wergirtiye jî hene.
Piştî dibistana seretayî li Erîvanê dest bi koleja bijîşkiyê dike û di sala 1957’an de jî Înstîtûya Bijîşkiyê ya Êrîvanê bi awayekî serketî xelas dike. Piştî ku du salan bijîşkiya zarokan dike, diçe Moskovê û li wir jî doktoraya xwe temam dike. Paşê dîsa vedigere Êrîvanê û weke bijîşkê zarokan dixebite. Li Êrîvanê di warê bijîşkiya zarokan de navekî li pêş e Seîdê Îbo û xebatên pirr baş birine serî. Ji xwe piştî demekê jî dibe profesor û dibe yek ji endamê rêxistina bijîşkên zarokan li Ewrûpayê. Her wiha ew di sala 1974’an de jî li Washingtonê dibe endamê rêxistina bijîşkên nexweşiyên gurçikên zarokan.
Qedrê wetan, dayika şîrîn û nanê tebarek
Seîdê Îbo di van pêvajoyên bijîşkiyê de ti carî dev ji Kurdî û Kurdayetiyê bernedaye û ji bo dayikên Kurd karibin ji zarokên xwe re bi zimanê Kurdî behsa nexweşiyan bikin, bi Kurmancî pirtûk nivîsandine. Jixwe, ew li Êrîvanê û her wiha li seranserê Ermenistanê jî weke “bavê zorokan” dihat naskirin. Ji lewma, wî her xizmeta zarokan dikir û bi dermankirina wan re mijûl bû. Ew li cihekî wiha dinivîse; “Bavê min mir, ji me re mal û dewlet nehişt. Lê bavê min temî da min û got; Qedrê wetan, dayika şîrîn, nanê tebarek her tim bigire.”
Seîdê Îbo piştî bûbû bijîşkekî baş jî temiyên bavê xwe û her wiha zarokatiya xwe ya dijwar ji bîr nekiribû. Wî zarokatiya xwe jî bi vî awayî bi bîr dianî; “Di tûrikê min de ji xeynî çend nanên sêlê û şelbikê qatix, tiştek nîn bû. Lê her wiha defter û qelem hebûn da ku bixwînim û binivîsim.”
Şermeke mezin e!
Seîdê Îbo ji xeynî karê bijişkiyê çîrok, helbest û romanên bi Kurdî jî nivîsandin. Bi berhemên xwe nîşan daye ku ew di nav wêjeya Kurdên Sovyetê de kesayeteke girîng e. Belkî jî ji ber vê yekê hin derûdorên ku hesûdiya Kurdan û xebatên wan dikirin, Seîdê Îbo li Êrîvanê kuştin! Wan ew li odeya wî ya Înstîtûya Bijîşkan di sala 1991’ê de kuşt. Piştî kuştina wî ji Ermenistan û Gurcistanê gelek kes tevlî cenazeyê wî bûn. Serokê Înstîtûya Bîjîşkan a Êrîvanê Vîlên Hagopyan jî tevlî merasîmê bûbû û gotibû; “Pirr şermeke mezin e ku îro roj kesekî weke Seîdê Îbo di nav erdên Ermenistanê de tê kuştin!” Her wiha hevalên wî yên şair û nivîskar ên weke Fêrîkê Ûsiv, Karlanê Çaçan, Wezîrê Eşo û Çerkezê Reş jî ew bi helbestên xwe oxir kirin.
Aza bibî, K'urdistan
Yek ji helbestên wî yên ku herî zêde tê zanîn jî helbesta bi navê “Zar Bûma” ye ku ew weke stran jî ji hêla hunermendên Kurd ve hatiye gotin. Her wiha helbesta wî ya bi navê “Azadî” jî yek ji wan helbestên wî yên kemilî ye û hezkirina Seîdê Îbo ya ji bo welatê wî nîşan dide.
Helbesta resen a bi navê “Azadî” ya ku wî di sala 1963’an de nivîsandiye li jêr e;
Sê mirazê min hene
Yek biha ye ji ê din
Sert'ac h 'uba wet'en e
Mîna șîrê dayka min
Ew h'ub xwelî, ez zîlek
Ew k'ilam e, ez xeber
Ew pișt, baz e, ez bîlek,
Ew șems e da min heder
Mirazê din e'dlayî
Ku r'ewș e bo dinyaê
Bi wê ezman t'im sayî
Avka lêba merva ye
Lê mirazê mine din
H'uba te ye K'urdistan
Ew li nava dilê min
Bûye agir û sindyan
H'eft xwezla min wê rojê
Aza bibî, K'urdistan
Ç’e’lkî de'wê û dozê
Bivî serbest û xudan
Sê mirazê ser lêvê min
Bêy wan e'mrê min qet e
Ew mal, h'al û qamê min
Mirazê min zîaret e
Hin berhemên Seîdê Îbo
Seîdê Îbo li pey xwe gelek berhem hiştin. Ji wanan hineke bi Kurdî li jêr in:
Şîretê Doktir ( kitêba bijîşkiye, bi kurdî, 1974)
Siba we xêr (kitêba bijîkiyê, bi kurdî)
Qurna min, sala 1963 a, helbest
Duryan, sala 1966 a, Kurteçîrok
Bîst salê dinê, sala 1970, destan
Sînem, sala 1975 a, helbest.
Kurdê Rêwî, 1979, roman.
Azadî, sala 1988, helbest
NAVENDA NÛÇEYAN