Hunermend Gulan Mizgîn bi şêwaz û xwendineke nû strana “Yarê” ya Cemîl Muradê Efrînî ji nû ve aranje kir û li ser kanala xwe ya YouTube’yê belav kir.
Gulan Mizgîn ku berê bi awayekî amatorî di şevbihêrkan de stranan digot û li Zarok TV’yê bernameyên ji bo zarokan amade dikir, vê carê bi projeyeke nû derket pêş. Strana “Yarê” bi şêwazeke nûjen û bi hestên xwe yên taybet ji nû ve pêşkêşî hezkiriyên xwe kir.
Hunermend di derbarê vê xebatê de wiha got:
“Ev yekem strana min a fermî ye. ‘Yarê’ berhemeke ji Efrînê ye, ku Cemîl Murad afirandiye. Bi salan e ez guhdarî vê stranê dikim. Min xwest bi şêwazeke nû wê ji nû ve aranje bikim û bi hestên xwe rihê wê dewlemend bikim. Ev ji bo min di rêwîtiya mûzîkê de gaveke wêrek e. Heke hûn lê guhdarî bikin û dilê we şên bike, ev yek dê nîşan bide ku me heman hest parve kirine. Şîrove û piştgiriya we ji bo min pir girîng e. Werin em bi hev re vê rêwîtiya mûzîkê dest pê bikin! Silavên germ.”
NAVENDA NÛÇEYAN