Peykerên helbestkî yên Karen

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Gulan 2024 - 00:31

  • Peykersazê Ermen Karen Akhikyan bi têl û metal û her wiha kevirê “tuf” peykerên pirr xweşik ên weke helbestan disêwirîne. Ew bi van peykeran hest û nihêrînên xwe bi bîneran re parve dike û dike ku darîker jî bi rêya van peykeran li ser hin mijaran bifikirin.

Peykersazê Ermen Karen Akhikyan qederê 15 salan çêbû ku bi peykerên dînamîk ên ji têlan hatine çêkirin mijûl e. Ew bi van peykerên xwe balê dibe ser tevger û dînamîzma insanan û bi îfadeyeke bêhempa vî tiştî dike. Karen Ahikyan ji bo xwe fêrî çêkirina van peykeran bike ji ti deverê piştgirî negirtiye û xwe bi xwe fêrî vî karî bûye. Bi wextê re sineheta xwe ya di vî warî de pêş xist û hestên xwe yên di vî warî de bi malzemeyên metal şirove dike. Gava mirov li peykerên wî dinihêre mirov hêz, zerafet û her wiha hestên jidandî yên di bedena peykeran de hatine bi cih kirin dibîne. 

Fîgûrên Karen Akhikyan bi her awayî balkêş in. Akhikyan ji taybetmendiya metal a qayişokî sûd werdigire bi saya vê taybetmendiyê jest û tevgerên bê dawî disêwirîne. Dînamîzm û tevgera di peykerên wî de afirîneriya wî îşaret dikin. Ji lewma peykerên wî xwedî hêzeke hundirîn in û hema bêje hemû berhemên wî mirovan ber bi ponijandinê ve dikişkişînin. Yanî di karên wî de raman heye û ew bi van peykeran xelkê dide fikrandin jî. 

Ji qayişokiya têl û metal hez dikim

Karen Akhikyan tiştên ku di pêvajoya çêkirina van berheman de hîs dike wiha tîne ziman; “Her peykerek ezmûnek e ji bo min. Ez fikr û hîsên xwe bi formên şênber nîşan didim. Yanî her berhemek rehetbûna min ya di warê hestan de jî îfade dike, ez bi çêkirina van peykeran hiş, beden û dilê xwe rehet dikim. Gava van peykeran çêdikim li sînoran nafikirim. Ez dinyaya xwe ya hundirîn bi vî awayî nîşanî xelkê didim. Ez têl û metalan bi formên tevlîhev dinirxînim û ji qayişokiya têl û metal gelekî hez dikim. Çawa bixwazim wisa devezelînim. Bi vî awayî vîzyona xwe ya hunerî geştir dikim û tiştên di mejiyê xwe de disêwirînim.”

Kontrasta metal û kevir

Karen Ahikyan ji xeynî têl û metal hin malzemeyên din jî bi ka rtîne. Malzemeyê bi navê “tuf” ku ji kevirê kirêcê çêdibe yek ji malzemeyên wî yên favorî ye. Fîgûrên Ahikyan hin caran van keviran li pişta xwe dikin, hin caran hildikişin ser wan û hin caran jî daf didin. Ev kevir û metal bi hev re kontrasteke pirr xweşik û li hev ava anîne. Weke nimûne ew di peykerê xwe yê bi navê “Zero Gravity” de fîgûrekî ku dikeve jêrê bi awayekî narîn bi paraşûtê digire. Wekî din hin peykerên wî jî bi forma xewnan hatine sêwirandin. Karen Ahikyan darîkerên xwe jî ji bîr nake ti carî û tim dixwaze bîner jî tevlî van forman bibin û şiroveyên xwe bikin. Gava ku berhemên wî hin tiştan di serê bîneran de diafirînin û didin fikirandin Ahikyan ew çax bawer dike ku wî karên serketî biriye serî.

Tevlîhevî û xweşikiya insanan nîşan didim

Karen Akhikyan dide zanîn ku ew bi van peykeran bi darîkeran re têkiliyan ava dikê û dibêje; “Ez dixwazim darîker bi dinyaya xwe ya hundirîn re rû bi rû bimînin û zorê didim wan ku bi nihêrînên cuda re têkiliyan çêbikin. Ez dixwazim ev peyker civata bîneran geştir bikin. Ez dixwazim ev peykerên min di derbarê ezmûn, hest, tevlîhevî û xweşikiya insanan de tiştinan bînin ziman û ji bo vî tiştî dixebitim. Heger berhemên hunerî li ser hest û nihêrînên xelkê tesîrekê ava bikin û gava xelk li van berheman dinihêrin tiştinan hîs bikin, ew berhem serketî ne.”

Karen Akhikyan li Êrîvana Ermenistanê hatiye dinyayê û niha jî li wir dijî. Wî heta niha li gelek galeriyan pêşangeh vekirine û berhemên wî li van pêşangehan hatine nîşandan. Hin cihên ku berhemên wî li wir hatine nîşandan li jêr in;

Gala Art Gallery / Yerevan, Armenia

Acadmie Europenne des Arts / Treviso, Italy

Cotswold Contemporary / Cirencester, UK

National Gallery of Armenia / Shop

Style Gallery / Gyumri, Armenia

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.