- Karapetê Xaço bi kilama xwe ya “Lawikê Metînî” tim di bîra xelkê Kurd de ye, ji ber şûrên Osmaniyan filitîbû. Serpêhatiyeke wî ya balkêş ji Bakûr ber bi Rojava û ji wir jî ber bi Êrîvanê ve heye. Her wiha 55 salan ew di beşê Kurdî yê Radyoya Êrîvanê dixebite û ji bo dengbêjiya Kurdî jî xwediyê kedeke mezin e.
SÎHAM ROJ / ROJNEWS
Karapetê Xaço dengbêjekî Kurdiyê bû û bi eslê xwe Ermenî bû. Ew li Bakurê Kurdistanê hatibû dinê. Ew bû şahid û mexdûrê qirkirina Osmaniyan, dayik û bavên wî li ber çavên wî hatin qetilkirin. Li gel ku jiyaneke gelek zor û zehmet di ser xwe re bihurand jî, bi kilamên dengbêjiyê mohra xwe li dîroka hunerê Kurdî xist û li pey xwe bi dehan kilam hiştin.
Karapetê Xaço li gundê Bileyder ê ser bi navçeya Qubînê ya Êlihê hatiye dinyayê. Navê wî yê bi zimanê Ermenî, Garabed Xaçaduryan e. Her wiha ew bi van navan jî tê nasîn; Karabêtê Xaço, Gerabêtê Xaço, û Qarapetê Xaço. Ew her çend weke Ermenekî hatibe dinyayê jî derûdora wî Kurd bûn û wî bi Kurdan re jî baş li hev kiriye. Xwe ji bawerî û çanda Ermenan dihesiband, lê zimanê wî Kurdî bû û bi Kurdî kilam digotin. Ew piştî mirina xwe, îro jî weke dengbêjekî Ermen û Kurd ji bo xelkê Kurd nirxekî mezin e. Weke denbêjekî navdar û nemir cihê xwe di hişê xelkê Kurd de çêkiriye.
Ji ber şûrên Osmaniyan filitî
Karapetê Xaço hîna ciwan bû, li Bakurê Kurdistanê Împaretoriya Osmanî Ermenî qir kirin. Sala 1915´an bû, di wan êrişên hovane de dayik û bavê wî li ber çavên wî, xwişk û birayên wî hatine qetilkirin. Bi 3 xwişk û birayên xwe re demên pirr zehmet derbas kirine. Wan salan, wî dest bi dengbêjiyê kiriye. Ermeniyên ku ji qirkirinê sax filitîbûn, karîbûn canê xwe xilas bikin û wan berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê. Yek ji wan jî Karapetê Xaço bû. Wî xwe gihand Rojavayê Kurdistanê, bajarê Qamişloyê; ew herêm hingê mandaya Fransayê bû. Li wir xwe di nav hêzên leşkerî yên Fransayê de qeyd dike û bi qasî 15 salan ji Fransiyan re lejyonertiyê dike. Li wir bi Yêvaya Hagop re dizewice; ew jî Ermeniyeke Rojavayî bû. 5 zarokên wan çêdibin. Wî her 5 zarok fêrî zimanê Ermenî û Kurdî kiribûn. Ji derveyî wê 15 neviyên Karapetê Xaço hebûn.
Li Ermenistanê bi cih dibe
Karapêtê Xaço, sala 1946’an li Ermenîstanê bi cih dibe. Wî wextî Ermenîstan di bin hukmê Sovyetan de bû û ji bo Ermenên ku li seranserê dinyayê belav bûbûn vegerin Ermenistanê, derfetek ava bûbû. Karapetê Xaço û malbata xwe jî bi vî awayî bar dikin Ermenistanê. Hevjîn û hevala Karapetê Xaço, Yêvaya Hogop jî weke jineke welatperwer tê zanîn. Wisa tê gotin ku di bipêşketin û kûrbûna Karapetê Xaço de tesîra wê jî heye. Gava Yêvaya Hagop sala 1976’an li Ermenîstanê wefat dike, Karapetê Xaço pirr diêşe û êşa dilê xwe bi van gotinan tîne ziman; “Xwezî min mirina Yêvayê nedîta, xwezî nebûma şahidê mirina wê. Xwezî Xwedê pêşî canê min bistanda. Wê jî zehf kişand. Êşên wê, di xetên rûyê wê de xuya dibûn. Ji ber vê yekê min zehf jê hez kir.” Karapetê Xaço ji bo bibîranîna Yêvaya Hagop heya emrê xwe yê dawî careke din nazewice.
55 salan di Radyoya Êrîvanê de dixebite
Eşq û evîndariya wî ya ji bo huner, berê Karapetê Xaço bi awayekî dide Radyoya Êrîvanê. Radyoya Êrîvanê li paytexta Ermenîstanê Rewanê, bi Kurdî jî weşan dikir, gelek dengbêj û hunermendên navdar dikirin mêvan ên weke Egîdê Cimo, Sûsika Simo, Zadîna Şekir, Seyadê Şamê û Meryem Xanê. Ji ber Kurdiya wî baş e û kilaman dibêje, wî jî sala 1950’î di kadroya Radyoya Êrîvanê de cîh girt. Kilama ku peşî dibêje jî “Zembîlfiroş” e. Ji lewma berpirsyarên radyoyê yên wî zemanî jê re dibêjin; “Navê axa, beg û xwedê di kilamên xwe de hilneyne.” Karapetê Xaço dide zanîn ku wî zemanî berpirsyar ditirsiyan ji lewma jî wî destpêkê kilamên evînî lê ne yên siyasî gotine di radyoyê de. Ev ji bo wî serdemeke nû ye. Karapetê Xaço zêdeyî 55 salan di radyoya Êrîvan de xizmeta xwe ya ji bo ziman, çand û hunerê Kurdî dewam kir.
Ji bo pereyan stran nayên gotin
Heya sala 2000’î jî ji bo Radyoya Erîvanê dixebite û stranên xwe hemûyan bi Kurdî dibêje. Her wiha wî ji gelek kesan re jî mamostetî kiriye û ew fêrî gotina kilaman kirine. Nêzîkatiya xwe ya ji bo hunerê Kurdî û dengbêjiyê jî wiha tîne ziman; “Min stranên xwe tenê bi zimanê Kurdî gotin. Ji bilî Kurdî zimanekî din bala min nebir ser xwe. Bi zimanê Ermenkî jî min ti carî stran negotin. Her wiha bi pereyan jî min stran negotine ti carî. Pirr şermeke mezin e ku mirov bi pereyan stranên Kurdî bibêjin.”
Kilam zû jiber dikirin
Karapetê Xaço gelek kilam jiber dizanîbûn û wî ev şarezatiya xwe bi van gotinan dianî ziman; “Hema kilamek ji devê kesekî derketa, ew di berîka min de bû. Min pirr zû ew kilam jiber dikirin û digotin. Ev kilamên hanê jî bêhtir yên mêrxasiyê bûn, gava hinekan bi mêrxasî li ber xwe dida yan jî dihatin kuştin, kulfetê wan li ser wan stran digotin, nexasim jî jinên Kurd bi meqam ev stran digotin. Dengbêjan jî ji van jinan digirt û dikirin stranên adetî û li civatan bi awayekî dengbêjî jî xelkê re jî digotin.”
Karapetê Xaço herî zêde bi kilama xwe ya “Lawikê Metînî” tê zanîn lê wî gelek kilamên din jî gotinê yên weke, Lê lê Edulê, Kalo, Kew Hêlun, Melli Melli, Evdalê Zeynikê, Ha berde, Bavê Fexriya, Yar Dilan, Hesenîko, Nazo, Lê Dayê, Ez Kevok im, Edlê Rabe Sibeh e, Lê Yeman, Bêzar Bêzar, Ne l´mal e, Dera Sorê, Heyran Heyran e, Lê Can Can, Endîwere paytext e, xumxumê, Çûme Cizîrê, Tew Xan, Kekê Nûrê, Bişêriyo û Meyrok. Lîsta kilamên bi dengê Karapetê Xaço dirêj dibe û diçe. Arşîveke wî ya giranbiha û berfireh hebû û ew bûye malê dîrok û nirxên civaka me.
Mirina Karapetê Xaço
Karapetê Xaço li Bakurê Kurdistanê hatibû dinê, qismekî jiyana xwe li Rojavayê Kurdistanê bihurandibû û li Ermenîstanê wefat kiribû. Zehmetiyên jiyanê û her wiha derd û keserên civakî nebûn asteng li hemberî hezkirina wî ya Kurdistanê û hunerê Kurdî.
Karapetê Xaço 15’yê Çileyê sala 2005’an li Êrîvanê çû ber dilovaniya xwedê. Li pişt xwe deryayek berhem hiştin ên ku îro jî ji guhdarîkirina wan em têr nabin.