Ji heman saziyê du raporên cuda

Nûçeyên Jin

Sêşem 14 Cotmeh 2025 - 18:30

  • Di rapora ATK'ê ya derbarê Rojîn Kabaîş de li ser cihê vajînal DNA mêr hat tespîtkirin. Ji parêzerên dosyayê Fatma Ulgen wiha got:"Em dixwazin tekez bikin ku li vir îhmalkariyeke cidî heye. Rastiya ku heman sazî du raporên nakok ên ATK'ê pêşkêş dike, pirsên cidî derdixe holê."

Cenazeyê Rojîn Kabaiş, xwendekara sala yekem a Beşa Pêşveçûna Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê,  di 27'ê Îlona 2024'an de ji wargeha xwe derket û winda bû, di 15'ê Cotmehê de li perava Molla Kasim hate dîtin. Piştî dîtina cesedê Rojîn Kabaiş, raporek ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) diyar kir ku "tu delîlên tecawizê nehatine dîtin". Nêzîkî salek şûnde, di 10'ê Cotmehê de, raporek ji heman saziyê diyar kir ku du nimûneyên DNA yên mêr ên li ser cesedê Rojîn Kabaiş hatine dîtin, yek li herêma singê wê û ya din jî li herêma vajînayê. Cûdahiya girîng di navbera her du raporên ku ji hêla heman saziyê ve hatine parvekirin de pirsên nû derdixe holê û rastiya ku telefona Rojîn Kabaiş hîn jî nehatiye lêkolînkirin xalek balkêş e. Wekî din, rêxistinên jinan û hiqûqî û her weha xwendekarên zanîngehê, ji bo ronîkirina kuştina Rojîn Kabaiş û eşkerekirina bersûcan, çalakiyên cûrbecûr pêk anîne.

Fatma Ulgen, yek ji parêzerên ku ji destpêkê ve doza Rojin Kabaiş dişopîne, ji ajansa me re qonaxa ku doz piştî rapora ATK ya 10'ê Cotmehê delîlên tecawizê di kuştina Rojin Kabaiş de dîtin, rave kir.

Fatma Ulgen, diyar kir ku wan piştî rapora dawî ya ATK'ê daxwaza nasnameya nimûneyên DNA'yê yên her du gumanbaran kirine û got, "Me daxwaza xwe ya ji bo lêpirsînek berfireh ligel daxwazên xwe yên nû pêşkêş kir. Me li dijî karmendên ATK'ê yên ku rapor amade kirine giliyê sûc kir. Nimûneyên ku di dema otopsiyê de hatine girtin di dosyayê de cih girtin, lê ew nehatin ragihandin. Salek şûnea, 10 meh piştî daxwazên me, rapor hat dayîn. Di rapora yekem a ATK'ê de hat gotin, 'Di vajînayê de nimûneya DNA'yê nehatiye dîtin,' lê di rapora duyem a ATK'ê de hat ragihandin ku yek ji nimûneyên DNA'yê di qada vajînayê de hatiye dîtin. Em behsa du raporên cuda yên ji heman saziyê dikin. Em dixwazin tekez bikin ku li vir îhmalkariyeke cidî heye. Rastiya ku heman sazî du raporên nakok ên ATK'ê pêşkêş dike, pirsên cidî derdixe holê."

Fatma Ulgen got, "Em dibînin ku dewlet, ku erkê wê yê sereke parastina mafê jiyanê ye, di dozên kuştina jinan de polîtîkayek bêcezatiyê dimeşîne. Em ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin."

JINNEWS/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.