- Rûsya hîna jî li ser projeyên Ermenistan û Azerbaycanê yên li ser ragihandina veguhastin û lojîstîkê pir bisînor e, tercîh dike ku derfetê bide aliyan ku li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî yên serwerî biryarekê bidin.
Ermenistan û Azerbaycan bi sûdwergirtina ji firsenda ku li herêmê hatiye vekirin, hewl didin ‘’aştiyeke mayînde’’ ava bikin, ku ev yek bi serê xwe wek sînyalek pir erênî tê dîtin. Her du alî bi rêya Wezareta Karên Derve a Rûsya ji bo peymana aştiyê pakêtên guhertin û pêşniyaran diguherînin, her weha pêwendiyan didomînin û li ser sînor civînên komîsyonên xêzkirin û sînordarkirinê li dar dixin.
Di destpêkê de, guhertoya xebatê ya pêşnûmeya peymana aştiyê bi awayekî konvansiyonel sê xalên sereke destnîşan kir: Naskirina dawî ya Erîvanê ya Qerebaxê wekî beşek ji Azerbaycanê û dev ji hestên revanşîstî berdan, rakirina blokên veguhestinê û peywendiyên lojîstîk li herêmê û her weha sînorkirin û veqetandina sînorê Ermenistan-Azerbaycanê yê niha, ji ber ku bi awayekî de-qanûnî ew di dema kontrolkirina ermeniyan de li ser Qerebaxa Çiyayî û heft herêmên pê re tune bû. Îro rêya sêyem bi awayekî herî serketî pêş dikeve, ew jî xêzkirin û veqetandina sînor e.
Di heman demê de li ser xalên din ên reşnivîsa peymana aştiyê jî gelek zehmetî hene. Naskirina dawî ya Qerebaxê û heft herêmên pê re ku berê di bin kontrola Êrîvanê de bûn wek herêmên Azerbaycanê hîn jî pirsgirêkek e. Di Destûra Bingehîn a niha ya Ermenîstanê de bendek li ser yekbûna paşerojê ya Qerebaxa Çiya bi Ermenîstanê re heye, ku bi awayekî kategorîk ne li gorî aliyê Azerbaycanê ye. Bakû israr dike ku Erîvanê Destûra Bingehîn biguhere, ji ber ku ew di peyva heyî de neyartiyek revanşîst û îdiayên muhtemel ên li ser axa xwe di pêşerojê de dibîne. Aliyê Azerbaycanê ji bo parastina yekparçeyiya axa xwe dixwaze garantiyên zelal ên nivîskî û qanûnî hebe. Erîvanê fermî hê bi vê însiyatîfê lez nake, wekî destwerdana karên navxweyî yên dewletê dihesibîne.
Li gor vê belgeyê, Azerbaycan û Ermenîstanê li ser esasê Danezana Alma-Ata ya sala 1991’ê li hev kirin ku li ser esasê danezanê 1991`an, komarên Sovyeta berê soz dabûn ku yekparçetiya axa hev li ser bingeha sînorên îdarî yên Sovyetê nas bikin. Lê belê ev belge valahiyekê derdixe, ji ber ku tekez dike ku ev rêkeftin ne dawîn e û piştî ku peymana aştiyê hat îmzekirin, ev prosedur dikare li ser esasên din berdewam bike. Li gorî kîjan taybetmendiyan, nayê destnîşan kirin ku di pêşerojê de çi xeteriyê li peymanên plankirî dike. Ji ber vê yekê, ew xebata li ser sînorkirin û veqetandinê ye ku rêça herî serketî dimîne.
Derbarê rakirina bloka ragihandina veguhestin û lojîstîkê ya li Başûrê Kafkasya û vekirina sînoran de, niha aliyan biryar da ku vê mijarê bi lihevkirinek hevbeş paşve bixin. Xuya ye ev biryar ji ber wê yekê hatiye dayîn ku pirs bi serê xwe aborî ye û wek pêşanî nayê dîtin. Karê li ser peymana aştiyê dikare wekî dîplomasîya ‘’xwarina germ" were binav kirin, ji ber ku herdû komar heya niha tenê bi hev re guhertinên li ser peymana paşerojê diguhezînin, di heman demê de ku hîn jî pêşketinek rastîn tune ye.
Li ser helwesta lîstikvanên herêmê, hêjayî gotinê ye ku Tirkiye ligel Azerbaycanê bi awayekî aktîf piştgirîya projeya Zengezûrê dike, Îran jî li dijî wê ye. Tehran li dijî guhertina sînorên herêmê yên jeopolîtîk û naskirî yên navneteweyî ye û di wê baweriyê de ye ku ev proje ne di berjewendiya Ermenistanê de ye. Rûsya hîna jî li ser projeyên Ermenistan û Azerbaycanê yên li ser ragihandina veguhastin û lojîstîkê pir bisînor e, tercîh dike ku derfetê bide aliyan ku li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî yên serwerî biryarekê bidin. Di heman demê de, Moskowa piştgîriya rakirina blokên ragihandinê û vekirina sînoran li herêmê dike û amade ye hemû ‘’alîkariyê’’ bide van pêvajoyan.
parvê bike
Nivîsên Kurdistan LEZGIYEVA
Ji tirsa xwe tirsê ava dikin
10 îlonê
Sîyasîkirina dîrokê
3 îlonê
Li Kurdistanê jin tên qetil kirin!
27 tebaxê
Nasname û pênase
20 tebaxê
Dagirkerî û xîyanet wê binkeve!
6 tebaxê
Ji Asya Navîn heta Zagrosan!
23 tîrmehê