Projeyên veguhestinê: Ermenistan, Îran û Tirkiye-Azerbaycan

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Duşem 15 Îlon 2025 - 09:00

Rêveberîya Amerîkayê projeya ‘’Rêya Trump ji bo Aştî û Serfiraziya Navneteweyî (TRIPP)’’ ku tê texmînkirin Azerbaycan û Ermenistanê bi Tirkiyeyê ve girêbide, bi coşeke mezin ragihand. Di heman demê de, rayedarên Tirkiyeyê destpêkirina avakirina rêhesina Qers-Diluçu ragihandin, ku tê texmînkirin ku ji rojava ve bi Rêya Trump ve girêdayî be û xebata wê di aliyê Anatolya’yê de misoger bike. Ji bo welatên beşdar, her du proje destpêkirina pêvajoya veguherîna lojîstîka Ewrasyayê û xurtkirina rola wan wekî lîstikvanên sereke li ser Rêya Hevrîşimê ya Nû nîşan didin. Lêbelê, pêkanîna projeyên bi vî rengî yên mezin dibe ku bi hejmarek xetereyên jeo-aborî û jeopolîtîk re rû bi rû bimîne.

Cûdahiya bingehîn di navbera nêzîkatiyên Bakû û Erîvanê de hîn jî ev e: Ermenistan li ser avakirina xalên kontrolê yên tam bi kontrola gumrik û sînor li her du dawiya korîdorê israr dike, lê Azerbaycan wê wekî damarek veguhestinê ya azad bêyî vekolîna mecbûrî ya kelûpelên ku ber bi Naxçivanê ve diçin dibîne. Tenê amadebûna Azerbaycanê ya dayîna xerca transîtê ji Ermenistanê re, ji ber hebûna potansiyel a barhilgiran di Rêya Hevrîşimê ya Nû de, dibe ku ji bo Erîvanê balkêş be. Wekî din, "armancên veguhestin û lojîstîkê" yên Enqere û Bakûyê ne tenê ji Ermenistanê, lê di heman demê de ji Îranê jî rastî dijberiyeke cidî tên. Tehran ji bo ramana çêkirina korîdora Zengezûrê ya ku axa wê derbas dike pir hesas e.

Niha destpêkirina korîdora Zangezûrê di berjewendiyên Amerîkayê de rasterast bi îmzekirina peymana aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ve girêdayî ye. Peyman tenê ji hêla serokên welatan ve di civînek li Washingtonê de hate îmzekirin, lê hîn jî gelek xefik li ser rêya îmzekirina wê hene. Yek ji wan daxwaza Azerbaycanê ye ku gotinên di bendên destûrî de biguhezîne, her behskirina Nagorno-Karabaxê jê bibe. Herwiha, ji aliyê Paşinyan ve xwestekek heye ku mijara aştiyê bi Azerbaycanê re, ku ji bo beşek girîng a civaka Ermenistanê û elîtên ku ji dagirkirina Azerbaycanê ditirsin êşdar e, bi kêmanî heta hilbijartinên parlemanî yên 2026’an were paşxistin. Lêbelê, heger opozîsyon hilbijartinan de qezenc bike, peyman bi şêweyê xwe yê niha nayê îmzekirin, ku tê vê wateyê ku korîdora Zengezûrê di asta retorîkê de bimîne.

Dîroka fikra Korîdora Zengezûrê vedigere rabirdûya Sovyetê. Xeta trênê ya Zangelan-Naxçevanê, ku di herêma Syunik ya Ermenistanê re derbas dibû, girêdanek di navbera axa sereke ya Azerbaycanê û Komara Xweser a Naxîçevanê, ku herêmeke Azerbaycanê ye û sînorê wê bi Tirkiye û Îranê re ye. Piştî destpêkirina Şerê Yekem ê Karabaxê di sala 1992’an de, trafîk bi tevahî hate girtin û xeta trênê ya li Ermenistanê hate hilweşandin.

Tirkiye û Azerbaycan Korîdora Zengezurê wekî hêmanek sereke di afirandina girêdanên veguhestinê yên bê asteng de ne tenê di navbera xwe de, lê di heman demê de di navbera Asya û Ewropayê de bi tevahî dibînin. Ji ber vê yekê, ji dawiya Şerê Karabaxê yê Duyemîn ve, Baku bi berdewamî zextê li Erîvanê dike ku Korîdora Zengezurê bi rêya Sinyûkê biafirîne û dixwaze derfetên xwe yên lojîstîkî bi projeyên mezin ên Tirkiyê yên wekî Tunela Avrasyayê û Pira Yavuz Sultan Selim (her du jî di sala 2016’an de temam bûn) re entegre bike, ku rola Tirkiyeyê wekî girêdanek sereke di Rêya Hevrîşimê ya Nû de xurt dike.

Dema ku xeta trênê ya Qers-Diluçu di sala 2029’an de biqede, dê tenê 85 deqayen de ji Qersê heta sînorê Azerbaycanê biçe. Proje dê heft îstasyonan di nav de Subatan, Digor, Tuzluca, Îgdir, Karakoyunlu, Aralik û Diluçu û her weha binesaziyek berfireh hebe: 27 serbazgeh, 10 pir, sê viyaduk û 19 tunel. Xet dê trafîka trênên rêwiyan bi leza heta 160 km/h piştgirî bike. Proje dê rola lojîstîkî ya herêmê bi awayekî radîkal biguherîne: Qers dê bibe deriyek sereke ya barhilgir, Îgdir dê bibe navendek bazirganiyê, û Aralik û Diluçu dê wekî xalên kontrolê yên stratejîk xizmet bikin. Veguhestina barhilgir a salane ya xetê dê bigihîje 15 mîlyon ton, dema ku trafîka rêwiyan dê bigihîje 5,5 mîlyon kesan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.