Hevala Emîne dilsoza şoreşê bû

Nûçeyên Jin

Sêşem 14 Cotmeh 2025 - 17:30

  • Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan şehîd Emîne Erciyes bi bîr anî û got, "Hevala Emîne milîtaneke zane, bi biryar û dilsoza nirxên şoreşê bû. Di heman demê de pireke xurt a xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk bû."

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Star û HPG'ê û Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes (Nazli Taşpinar) di encama êrîşa dewleta Tirk de 20'ê Nîsana 2020'î li gel hevrêyên xwe Zîn Zagros (Leyla Acar) û Ekîn Amara Toldar (Şehrîban Akin) li Garê şehîd bû.

Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan qala tevlîbûna Emîne Erciyes a li nava PKK'ê, jiyana wê ya têkoşînê û evîna wê ya ji bo çiyayên Kurdistanê kir. Nirxandina Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:

"Hevala Emîne Erciyes (Nazli Taşpinar) sala 1996'an tevlî nava têkoşînê bû. Hevala Emîne li gel Ekîn Amara û Zîn Zagros di 20'ê Nîsana 2020'î de li êrîşên dewleta Tirk rast hat. Li Biryargeha YJA Starê şehîd bûn. Şehadeta van her sê hevalan em gelekî êşand. Her sê hevalan bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza ku me dane wan dubare dikin.

Tevlîbûn û kesayetiya hevala Emîne ji rêzê nebû. Yanî ne tevlîbûna xwe tevlîbûneke ji rêzê bû ne jî sekna xwe sekneke ji rêzê bû. Gelek aliyên xwe yên balkêş hebûn. Gelek heval li ser hevala Emîne axivîn. Bawer im taybetmendiyên heval ji aliyê raya giştî ve tê zanîn. Em jî hevala Emîne ji nêz ve nas dikin.

Hevala Emîne ji Anatoliya Navîn ji bajarê Nevşehîrê bû ku weke herêmeke girtî tê dîtin. Ev herêm bi aliyên xwe yên muxafazakar derdikeve pêş. Lê belê her çend bi vî rengî bê dîtin jî dema ku mirov li rabirdûyê, li dîrokê dinihêrin, dikarin bibêjin ku herêmeke ji rêzê nîne. Di dema Hîtîtan de jî xwedî cihekî girîng bû. Li cîhanê yekemcar li vê herêmê bajarên binê erdê hatin çêkirin. Ji bo xwe ji împaratorên mezin biparêzin her wiha xwe ewle bikin, bajarên ji 30-40 hezar kesî çêkirin. Herêmeke ku Kapadokya lê ye. Di dîrokê de cihekî gelekî navendî ye. Herêmeke ku Haci Bektaş-i Velî lê ma û kar kir.

Li ser şoreşa Tirkiyeyê disekine, li zanîngehê bala xwe dide ser tevgerên çep; dibîne ku gotinên wan gelekî radîkal e, lê belê di pratîkê de nînin. Yanî pratîk û gotin li hev nakin. Dibîne ku ya pratîk û gotina xwe li hev dike tevgera Apoyî ye, PKK ye.

Çawa ku Kemal Pîr li dadgehê got, 'Ez jî ji PKK'ê bawer dikim. PKK wê rejîma heyî hilweşîne û bi şoreşa Kurdistanê re şoreşa Tirkiyeyê pêk bîne. Ji ber vê yekê tevlî nava PKK'ê bûm', hevala Emîne jî bi heman rengî difikire û ji bo şoreşa Tirkiyeyê bawer dike ku divê tevlî nava PKK'ê bibe. Bi vî rengî biryareke bi wêrekî werdigire. Hevala Emîne digot, 'Dema ku min ji hevalan re got, gelekî matmayî man. Hevalan ji min re gotin, tu ji Nevşehîrê ye, tu yê çawa bê çiyayên Kurdistanê'. Digot, 'Her wiha ji bo min ji biryara min vegerînin, ji bo israr nekim hewl didan min qanih bikin'. Yên ku pê re diaxivîn jî xwendekarên zanîngehê bûn, sempatîzanên partiyê bûn. Wan jê re gotin, 'Tu nikare bike, zehmet e'. Hevala Emîne jî ji wan re gotiye, 'Ewqas jin eger karibe bike ez jî karim bikim'.

Dibe ku tiştên min heta niha got asayî ne. Di nava jiyana hevala Emîne Erciyes de tişta ne asayî ev e: Ji nava gundekî Anatoliyê rabû, heta 16-17 salî haya xwe ji hebûna Kurdan tine bû, li gel vê yekê jî di asta herî bilind de tevlî bû, bêteredût tevlî bû, bi civaka Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re bû yek, bi fikir û felsefeya Apoyî re bi xurtî bû ye; ev hemû tiştên ne asayî ne.

Sal hîn 2011 bû. Mînakeke gelekî balkêş e ku miroveke bi vî rengî di vê astê de bi Kurdistanê re bû yek. Ne tenê bi hevalan, bi civaka Kurd re, her wiha bi çiyayên Kurdistanê re jî bûbû yek. Mînak; evîndara çiyayên Zagrosê bû. Digot, 'Li çiyayên Zagrosê ez azadiyê hîs dikim. Li wê derê dibînim bê azadî tê çi wateyê. Mirov li wê derê dibîne ku azad e. Çiyayên Zagrosê bihuşt e'. Çiyayên Zagrosê weke bihuştê didît, ewqasî dilsozê wê bû. Li wir şoreş didît, şoreşa Kurdistanê, şoreşa Tirkiyeyê, azadî didît. Miroveke ji rêzê nebû.

Xwişk-biratiya gelan pêş dixe, xwişk-biratiya Kurd-Tirk, Kurd-Ereb, Kurd-Faris, Ermenî, Asurî-Suryanî pêş dixe. Ev hêvî di encama kedên hevalên wiha de ava bûne. Ji ber ku ev heval hemû ji aliyê Rêber Apo ve hatine perwerdekirin. Rêber Apo bi xwe perwerde da van hevalan hemûyan, hemû nas kirin. Sekna kesek mîna heval Emîne, rûyê bedew ê Tirkiyeyê ye, jineke Tirk a bi rûmet e. Ev rûyê Tirkiyeyê nîşan dide. Tenê rûyê faşîzm, dagirkerî û qirker ê Tirkiyeyê nîne; rûyê wê yê gelparêz û bedew jî heye. Bi saya van hevalan ev rû derdikeve holê.

Heval Emîne li pey şopa Kemal Pîr û Hakî Karer dimeşiya. Jixwe hin taybetmendiyên wê pir dişibiya. Mesele; tespîta “Şoreşa Tirkiyeyê di şoreşa Kurdistanê re derbas dibe”… Tespîtên “Wê demê divê mirov bibe şoreşgerê Kurdistanê, wê demê divê biçe Kurdistanê û li wir têbikoşe”.

Pratîkên ku heval Emîne di nava Tevgera me de pêş xistî, di 24 salan de dîrokek afirand, nirxekî wiha derxist holê. Hevrêyên mîna heval Emîne nemir in, ev heval her tim wê bibin pêşengên me. Lewma “Şehîd namir in, Şehîd namir in”. ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.